Polîtîka

Ji Erdogan giştînameya "Pêvajoya Diyaloga Serbestiya Vîzeyê ya Bi YEyê Ra

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo lezê bidin xebatên çareserkirina krîterên "Pêvajoya Diyaloga Serbestiya Vîzeyê ya Bi Yekîtiya Ewropayê Ra" giştîname weşand

Haydar Şahin   | 18.09.2019
Ji Erdogan giştînameya "Pêvajoya Diyaloga Serbestiya Vîzeyê ya Bi YEyê Ra

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo lezê bidin xebatên çareserkirina krîterên "Pêvajoya Diyaloga Serbestiya Vîzeyê ya Bi Yekîtiya Ewropayê (YE) Ra" giştîname weşand.

Di giştînameya bi îmzeya Serokomar Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin da hat bibîrxistin ku di 16ê berfanbara 2013an da Tirkiye û YEyê Peymana Paşdahildanê îmze kirin û di çarçoveya Pêvajoya Serbestiya Vîzeyê ya di heman demê da dan destpêkirin da hevdîtin bi destê Serokatiya Yekîtiya Ewropayê ya Wezareta Karên Derva û saziyên eleqedar tên meşandin.

Di giştînameyê da hat gotin ku dibê di vê çarçoveyê da lezê bidin xebatên tên meşandin, berdewamiya xebatên li ser krîteran pêk bînin û wiha hat gotin:

"Ji bo di pêvajoya pêşiya me da serbestiya vîzeyê ya ji bo welatiyên me were temamkirin dibê lezê bidin xebatên li ser pêkanîna krîterên di 'Nexşerêya Serbistiya Vîzeyê' da hatine rêzkirin, ji bo berdewamiya krîterên ku Komisyona Ewropayê got temam in jî dibê xebat dewam bikin. Di vê pêvajoyê da wezîfe dikeve ser milên saziyên ku hetanî nika xebat meşandin û pêvajo pêşda birin."

- Di pêvajoya mizakereyan da girîngiya hevkariya saziyan

Di giştînameyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya pêvajoya Diyaloga Serbestiya Vîzeyê da mizakere ew ê bi Serokatiya Yekîtiya Ewropayê ya Wezareta Karên Derva ra werin meşandin, di vê pêvajoyê da tevkariya ku wezaretên Edalet û Karên Navxweyî bidin zehf girîng e.

Di giştînameyê da hat gotin ku bi vê giştînameyê va giştînameya bi hejmara 2015/18ê jî hat betalkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.