Polîtîka

"Di S-400an da taloqkirin yan rawestandin tune"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê kirîna S-400an da got ku "Niha tiştekî wekî taloqkirinê yan jî rawestandinê tuneye. Di rojevê da nîne."

Elif Orhan   | 15.05.2019
"Di S-400an da taloqkirin yan rawestandin tune"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê kirîna S-400an da got ku "Niha tiştekî wekî taloqkirinê yan jî rawestandinê tuneye. Di rojevê da nîne."

Çavuşoglu piştî ku Seroka Komîsyona Karên Ewropayê ya Meclisa Nûneran a Romanyayê Angel Tîlvar qebûl kir li Serokatiya Yekîtiya Ewropayê (YE) bersiva pirsên rojnamevanan da.

Çavuşoglu got ku li ser îdiaya Amerîkayê ya wekî pergalên parastina asîmanî ya S-400î dibe ku ji bo F-35an û NATOyê bibe tehdîd Tirkiyeyê pêşniyaz kir ku komeke xebatê ya hevpar bê avakirin û got ku "Me got ku divê di nav vê komîsyonê da NATO jî hebe."

Çavuşoglu qal kir ku bi aliyê Amerîkayê ra der barê avakirina vê komîsyonê û armanca wê da nêrînên xwe bi hev ra parve kirine û got ku "Em di vê merheleyê da ne, ango niha tiştekî wekî taloqkirinê yan jî rawestandinê tuneye. Di rojevê da nîne. Heke komeke xebatê ya wiha hebe em dixwazin ku bê şert û merc vê bikin û bidin destpêkirin."

Çavuşoglu diyar kir ku divê pispor biryarê bidin ka îdiayên Amerîkayê yan jî fikarên wî rast in yan na û wiha axivî: "Em di vê mijarê da ji xwe bawer in. Lewra me pêşniyazeke erênî ya bi vî awayî kir. Heke Amerîka jî ji xwe bawer be wekî ku min berê jî got divê pêşniyaza me qebûl bike."

Çavuşoglu qal kir ku di vê mijarê da di navbera Tirkiye û Amerîkayê da parvekirina nêrînan dewam dike û got ku hêj tu tişt zelal nebûye û axaftina xwe wiha domand:

"Em çima li ser taloqkirinê biaxivin? Tu eleqeya taloqkirin û ya vê pêvajoyê bi hev ra tune. Ev peyman xilas bûye. Wextê wê nîne ku li ser mijara taloqkirinê bê axaftin. Komîsyon dê rûnê, bixebite û rapora xwe jî amade bike. Paşê em ê nirxandina xwe bikin. Bi van pêş şertan mimkûn nîne ku em bigihêjin cihekî."

Çavuşoglu diyar kir ku pêşniyaza Tirkiyeyê niyetpak û erênî ye û got ku "Heke Amerîka jî erênî û niyetpak be dê vê pêşniyaza me qebûl bike û pispor vê mijarê binirxînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın