Hüseyin Cem Dağıstanlı
06 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2026
Amadekariyên Lutkeya NATOyê ya dê li Enqereyê bi rê va biçe berdewam in û di vê çarçoveyê da modêlên lîmûzîn ên TOGG T10Xa otomobîla xwemalî û neteweyî ya Tirkiyeyê li fîloya protokolê hatin zêdekirin.
10 lîmûzînên ku li ber ATO Congresiumê ketin ber kamerayan, bi rengên sor-spî û her wiha hêşînê vekirî va bi awayekî taybet hatine sêwirandin.
Diyar bû, wesayîtên hatine amadekirin dê li qada lutkeyê di mesafeyên kurt da bi lezeke bi qasî 50 kîlometreyî va xizmetê bidin.