Polîtîka

"Daxuyaniya Macron ya 'mêjiyê NATOyê îflas kiriye' bêhurmetiyeke mezin e"

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku daxuyaniya Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ya 'Mêjiyê NATOyê îflas kiriye' bêhurmetiyeke mezin e.

Nihat Kavşut   | 03.12.2019
"Daxuyaniya Macron ya 'mêjiyê NATOyê îflas kiriye' bêhurmetiyeke mezin e"

Greater London

 Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku daxuyaniya Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ya 'Mêjiyê NATOyê îflas kiriye' bêhurmetiyeke mezin e.

Trump beriya Civîna Serokên Hikûmet û Dewletê ya NATOyê ya li Londrayê bi Sekreterî Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra axivî û daxuyanî da rojnamevanan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê daxuyaniya Macronê Serokomarê Fransayê ya 'Mêjiyê NATOyê îflas kiriye' da wiha got: "Tirkiyeyê jî got ku 'Mêjiyê Macron îflas kiriye'. NATO xizmeteke mezin dike. Ev di heman demê da dijî Amerîkayê helwesteke bêedalet e. Lewra Amerîka budçeya dikeve ser milan dide. Daxuyaniya Macron ya 'Mêjiyê NATOyê îflas kiriye' bêhurmetiyeke mezin e."

Trump der barê sepana bacê ya Fransayê da got ku ez naxwazim Fransa sepana bacê bide ser şirketên Amerîkayê, heger sepana bacê bisepîne jî ev Fransa nîne Amerîka ye.

Serokê Amerîkayê Trump destnîşan kir bi Tirkiyeyê ra têkiliyên wan baş hene û wiha got: "Demeke dirêj em li ser sînorên wan man û em êdî ji sînoran vekişiyan. Baş dixebitin."

Trump diyar kir di operasyona dijî Bexdadî da Tirkiye zehf bûye alîkar û wiha axivî: "Çi ji dest hat kir. Wek mayîn tiştek ji dest nedihat."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın