Polîtîka

"Civîna Berlînê ji bo ku li Lîbyayê pevçûn bisekinin firsendeke girîng e"

"Civîna Berlînê ji bo ku li Lîbyayê pevçûn bisekinin û ji bo çareseriya siyasî firsendeke girîng e. Dîplomasiya çalak û piralî ya Serokomarê me Tirkiye kir yek ji aktorên girîng ê pêvajoyê"

İbrahim Atmaca   | 20.01.2020
"Civîna Berlînê ji bo ku li Lîbyayê pevçûn bisekinin firsendeke girîng e"

Ankara

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ragihand, Civîna Berlînê ji bo ku li Lîbyayê pevçûn bisekinin û ji bo çareseriya siyasî firsendeke girîng e, dîplomasiya çalak û piralî ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Tirkiye kir yek ji aktorên girîng ê pêvajoyê.

Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê der heqê civîna ku li Berlîna paytexta Almanyayê li ser agirbesta mayînde û destpêkirina pêvajoya siyasî ya li Lîbyayê hat kirin da daxuyanî da.

Îbrahîm Kalin wiha got, "Civîna Berlînê ji bo ku li Lîbyayê pevçûn bisekinin û ji bo çareseriya siyasî firsendeke girîng e. Dîplomasiya çalak û piralî ya Serokomarê me Tirkiye kir yek ji aktorên girîng ê pêvajoyê. Tirkiye wê li dijî şerên wekaletê polîtîkaya xwe ya çêker û aştiyane bidomîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.