Polîtîka

Çavuşoglu: Em dijî wê ne ku dexl û denê Ukraynayê bi dereqanûnî bê hildan û firotin

Behlül Çetinkaya   | 23.06.2022
Çavuşoglu: Em dijî wê ne ku dexl û denê Ukraynayê bi dereqanûnî bê hildan û firotin

Ankara

Wezîra Karên Derva ya Îngiltereyê û Wezîra Civaka Miletên Îngilîz û Pêşketinê Elîzabeth Truss der barê qeyrana dexl û den ya li Ukraynayê da wiha got: "Heke pirsgirêka li vir neyê çareserkirin ji van bendergehan dexl û den neyê derxistin wê bibe sedema pirsgirêkeke girîng ya birçîbûnê."

Elîzabeth Trussê piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ra ya li Wezareta Karên Derva di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.

- "Heke pirsgirêka li vir neyê çareserkirin wê bibe sedema pirsgirêkeke girîng"

Trussê daxuyand Îngiltere û Tirkiye ji ber ku welatên pêşeng ên NATOyê ne divê têkiliyên baştir ava bikin û Tirkiye bi taybet li Ukraynayê karên pir biqîmet dike.

Trussê ji ber hewldanên Tirkiyeyê ya ji bo vekirina korîdora dexl û denê li Ukraynayê spasiya Çavuşoglu kir û wiha axivî: "Heke pirsgirêka li vir neyê çareserkirin ji van bendergehan dexl û den neyê derxistin wê bibe sedema pirsgirêkeke girîng ya birçîbûnê. Ez wisa difikirim ku di vê mijarê da em dikarin der barê sepanan da biryaran bidin."

- "Wek Tirkiye em destûrê nadin ji me ra jî bê"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu jî behsa qeyrana dexl û denê li Ukraynayê kir û der barê nûçeyên diziya dexl û den da jî wiha got: "Em dijî wê ne ku dexl û den û ber û berhemên din ên Ukraynayê ji hêla Rûsya an jî welatekî din va bi dereqanûnî bên hildan û firotin. Wek Tirkiye em destûrê nadin ji me ra jî bê. Heke li Stenbolê lihevkirin pêk bê, wê navendeke kontrolê û herêmeke ewle ya dervayî avên Ukraynayê bê avakirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın