Polîtîka

Altun: "Di mijara FETOyê da raya giştî ya Tirkiyeyê bihêrs e"

Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun:"Amerîkayê ji hewldana darbeya 15ê Tîrmehê ya ku di 2016an da çêbû vir va di vê qadê da gavek neavêtiye. Raya giştî ya Tirkiyeyê di vê mijarê d bihêrs e"

Türkan Tosun,Elif Orhan   | 12.11.2019
Altun: "Di mijara FETOyê da raya giştî ya Tirkiyeyê bihêrs e"

Ankara
 Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun der barê têkoşîna dijî FETOyê da got: "Amerîkayê ji hewldana darbeya 15ê Tîrmehê ya ku di 2016an da çêbû vir va di vê qadê da gavek neavêtiye. Raya giştî ya Tirkiyeyê di vê mijarê da bihêrs e, heke li kuçeyên Tirkiyeyê bi mirovan ra biaxivin hûnê vê bibînin."

Altun beriya ziyareta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Amerîkayê daxuyanî da televizyona Bloombergê.

Altun got Erdogan wê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hevdîtinê bike û evê bibe civîneke girîng.

Der barê mijarên ku wê bên axaftin da Altun wiha got: "Di têkiliyên dualî yên navbera herdu welatan da gelek mijarên divê bên çareserkirin hene. Di van mijaran da ji ber ku pêşketin çênebûn û di nav du salên dawîn da pirsgirêkên din jî derketin holê herdu serok wê berfirehî nirxandinan û tespîtan bikin."

Ji bo S-400î Altun got di vê mijarê da wan nêrîna xwe her tim aniye zimên û ji Amerîkayê ra her cure çareserî pêşkeş kiriye û wiha axivî: "Der barê 'ev pergal wê çawa bi pergalên NATOyê ra bixebite' da fikarek hebû. Bi hin hevdîtinên teknîkî va me ev mijar anî ziman. Ya duduyan jî hin pirs dihatin kirin ku em çima pergalên Patrîotu nastînin. Ya rastî me hewl da em wan jî bistînin, lê şert û mercên kirînê û transferkirina teknolojiyê ne li gor şertên me bûn. Rewşa jeopolîtîk a welatê me dibe sedem ku pergalên parastinê yên esmanî û moşekan ên cubicur bên kirîn. Dema me got em dikarin pergala Patrîotê bikirin, Amerîkayê şertek da li ber me ku em pergala S-400î jî bistînin."

Altun got ku "Ez pêbawer im ku dê Serokomar Erdogan û Serok Trump dema ziyaretê di vê mijarê da hevdîtineke durist bikin. Ez wisa bawer dikim ku dê herdu serok bikarin çareseriyeke pêkan û dikare bê tetbîqkirin bibînin."

Altun destnîşan kir ku Tirkiyeyê dervayî bernameya F-35an digirin ev yek ne ji bernameyê r ne jî ji hevkariya pîşesaziya parastinê ya Tirkiye Amerîkayê ra nabe alîkar û der barê mueyîdeyên muhtemel ên ku dê ji Amerîkayê bên da jî got ku "Ji kesên biryardar in hevkariya mijarên cihê da yên Tirkiye-Amerîkayê xira bikin tu kes dê ji vê cure tevgerînê biqezenc dernekeve."

Altun bal kişand ji bo ku girîngiya hevkariya Tirkiye-Amerîkayê bê fêmkirin divê herkes eqlêselîm tevbigere û bibe xwedî nêrîneke berfirehtir.

Altun der barê mutebaqata bi Amerîkayê ra der barê Sûriyeyê da li hev kirin û daxwaza hêviyên Tirkiyeyê yên ji niha pê va da hî destnîşankir ku peymanên ku bi herdu welatan ra hatin kirin ji bo ku Tirkiye bigihêje armanca xwe ya ji terorê paqijkirina herêmê girîng e. Altun qal kir ku digel vê YPG li herêmê fealiyetên xwe didomîne û destnîşan kir ku Tirkiye dê ji bersivdayîna êrîş û provokasyonên dibe ku ev rêxistin bike paşda nesekine.

Altun behsa peyamên Trump ên wekî tê sehayên neftê yên li Sûriyeyê bên parastin jî kir û ev agahî dan: "."

Altun diyar kir ku ji aliyê Tirkiyeyê va madeyeke rojevê ya vê ziyaretê FETO ye û wiha axivî: "Amerîka piştî teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmeha 2016an vir va di vî warî da helwesteke watedar nîşan nedaye. Raya giştî ya Tirkiyeyê di vê mijarê da gelekî bihêrs e û heke hûn li kolanên Tirkiyeyê bi mirovan ra xeber bidin hûn dê bi vê bihesin."

Altun herwiha ragihand ku Tirkiye di vê mijarê da ji mitefîqê xwe li benda piştgiriyê ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.