Pesenda Nûçeyê

Ji alîgirên rêxistina terorê bo "Herekata Kaniya Aştiyê" manîpulosyon

Bi destpêkirina Herekata Kaniya Aştiyê va ji ser hin hesabên medyaya civakî hewl tê dayîn ku hereket bê manîpulekirin

09.10.2019
Ji alîgirên rêxistina terorê bo "Herekata Kaniya Aştiyê" manîpulosyon

Ankara

Tirkiyeyê ji bo berterefkirina hedefên terorê yên li Sûriyeyê Herekata Kaniya Aştiyê da destpêkirin û ji ser hin hesabên medyaya civakî jî hewl tê dayîn ku hereket bê manîpulekirin.

Kesên wan hesabên medyaya civakî bikartînin ji ser wan wêneyên ji komkujiyên dîrokî hildidin û dibêjin qaşo ew rewş di hereketên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê yên ku Tirkiyeyê bir serî da pêk hatine.

Di parvekirinan da hevokên wek "Tirkiyeyê berê ev kir. Hûn difikirin ku gelo wê dîsa neke?" û wêneyeke ji Komkujiya Hocaliyê ya di salên 90î da qewimî bû lê zêdekirin.

Alîgirên rêxistina terorê ji ser hesabên medyaya civakî hin etîket diyar kirin û ji bo piştevaniyê hewl didin.

Di dema hereketên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê da jî mensûbên rêxistinê wêne û dîmenên ji şer û pevçûnên çar aliyê dinyayê bi kar anîbûn û wan wekî ku di wan hereketa da qewimîne nîşan didan. Ji ser medyaya civakî xebatên manîpulasyon û dezenformasyonê dikirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın