Perwerdehî

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk amadehiyên perwerdeya rû bi rû ya li dibistanan eşkere kir

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk got ku "Li dibistanan hemû xebatên dezenfeksiyonê hatin temamkirin, hewcehiyên hîjyen û dezenfektanê hatin pêkanîn, cîhazên pîvana agir hatin peydakirin."

Elif Irmak  | 20.09.2020 - Rojanekırın : 20.09.2020
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk amadehiyên perwerdeya rû bi rû ya li dibistanan eşkere kir

Ankara

 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk diyar kir ku di çarçoveya amadehiyên perwerdeya rû bi rû da li dibistanan hemû xebatên dezenfeksiyonê hatin temamkirin, hewcehiyên hîjyen û dezenfektanê hatin pêkanîn, cîhazên pîvana agir hatin peydakirin û ragihand ku di maweya sê hefteyan da dê maskeyên bêpere bidin hemû xwendekaran.

Wezîr Selçuk got "Em ê di nav hefteya pêş me da maskeyên bêpere bidin hemû xwendekaran. Me maskeyan gihand dibistanên xwe."

Wezîr Selçuk ragihand ku di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da pergala entegrasyonê ya di navbera MEB û Wezareta Tenduristiyê da û mekanîzmaya hişyariyê amade ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın