Emre Ilıkan
20 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2022
Li Wanê ji ber şertên neyînî yên hewayê dibistan sibehê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin, li seranserî bajêr ji ber berf û bagerê dibistan 21ê Rêbendanê roja Înê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin ku xebatkarên qamûyê yên astengdar û ducanî jî bi destûr in.
Li Adiyemanê ji ber berfê navber dan perwerdeyê
Ji ber berfa dibare û cemeda li erdê li Adiyemanê seba sibê xwendingeh hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku ji ber berfa li tevahiyê bajêr dibare û rewşa hewayê hemû xwendingehên fermî û taybet ên li bajêr seba 21ê rêbendanê roja înê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku kesên ducanî û astengdar ên li saziyên dewletê dixebitin jî ew ê wekî bi destûra îdarî werin qebûlkirin.