Perwerdehî

Di Enstîtuya Zimanên Zindî ya MAUyê da firsenda doktorayê

Halil İbrahim Sincar, Şahin Seçen  | 26.05.2022 - Rojanekırın : 31.05.2022
Di Enstîtuya Zimanên Zindî ya MAUyê da firsenda doktorayê

Mardin

Di bin banê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê (MAU) da di beşên Ziman û Çanda Kurdî û Ziman û Çanda Erebî da bernameya doktorayê hat vekirin.

Piştî amadehiyan ji bo di bin banê Enstîtuya Zimanên Zindî da di beşên Ziman û Çanda Kurdî û Ziman û Çanda Erebî da bernameya doktorayê bê vekirin MAUyê serî li Lijneya Perwerdeya Bilind (YOK) da.

YOKê di civîna xwe ya 22yê Adara 2022yan da biryar da ku di van her du beşan da perwerdeya doktorayê bê dayîn.

- "Di mehên tîrmeh an tebaxê da îlan wê bê dayîn"

Midûrê Enstitûyê Doç. Dr. Yunus Cengîz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand enstitû di sala 2010an da bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî bi 3 makezanistan va ava bû.

Cengîz got di van beşan da perwerdeyên lîsansa bilind yên bitez û bêtez hatin dayîn û herî dawîn bi biryara YOKê di beşên Kurdî û Erebî da bernameyên doktorayê hatin vekirin.

Cengiz wiha axivî: "Di mehên tîrmeh an tebaxê da îlan wê bê dayîn, em ê di her du beşan da jî benda xwendekarên xwe bin. Ev ji bo me geşedaneke pir girîng e, lewra perwerdeya doktorayê asta herî bilind a akademiyê îfade dike û kesê doktora xelas kiriye dikare li zanîngehê bibe mamoste. Kadroyeke me ya pir baş û xurt heye. Ji ber vê ez bawer dikim em ê bi serkeftî bernameyên doktorayê bimeşînin."

- Bendê ne ku di beşa Suryanî da jî bernameya doktorayê bê vekirin

Cengîz got di zimanî Suryanî da jî kadroyeke wan a baş heye, lê ew têra xwe negihîştine wê hejmarê û dema em bigîhêjin ew ê ji bo vê beşê jî serî lê bidin ku bernameya doktorayê bê vekirin.

Cengîz got bernameyên doktorayê wê feydeyeke girîng bide van zimanan û wiha dewam kir: "Bi vebûna bernameyên doktorayê va ji hundirê welêt û dervayî welêt gelek pîrozbahî tên. Em wisa difikirin wê ji hundirê welêt û dervayî welêt gelek serlêdan çêbin. Em ê ji bo her du bernameyan 26 xwendekaran bigirin. Di nav van da xwendekarên biyanî jî dibe ku hebin."

Abdullah Narînê di beşa Kurdî da perwerdeya lîsansa bilind hildide jî got ew kêfxweş e ku piştî vê ew ê bikaribe li Mêrdînê perwerdeya doktorayê bibîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın