Têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî narko-terora PYD/PKKyê
Rotayên girîng ên PYD/PKKyê Balqan, Afrîkaya Bakur û Başûr û Qafqasya ne. Xêncî van, rêxistin ji hin ciyên Afrîkayê jî hişbirê temîn dike û dibe û tîne. PKK bi piranî ji bo xwe eşkere neke van rotayan bi kar tîne û hişbirê dibe bazarên li Ewropayê
Istanbul
Bi destpêkirina Herekata Pencikê ya li ser bakurê Iraqê va îmhekirina sitargeh, kozik û holikên PKKya rêxistina terorê dewam dike. Amûrên jiyanê û cebilxaneya hatin girtin çavkaniyên fînasekirina PKKyê carekê dîsa anî rojevê. Li gor daneyên ji Wezareta Karên Navxweyî û çavkaniyên din hatin sitandin rayê didin ku di nav çavkaniyên malî yê rêxistinê da hişbir ciyakî mezin digre.
PKK ji 40 salî zêdetir e li Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û welatên Ewropayê bi navên cuda sazîbûneke rêxistinî ava kir. PKKyê ji bo girseyeke ji dewletê hatiye qetandin kom bike, sazîbûneke wekî ya dewletê ava bike hewcedarê çavkaniyên fînansê bû û wekî rêxistinên terorê yên din jî serî li çalakiyên sûc ên dereqanûnî xist. Di dema van xebatan da serî li hilberî, firotin û belavkirina hişbirê jî xist. Rotayên qezenca PYD/PKKyê ji hişbirê bi dest xist û operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyeyê birin ser rêxistinê mezinbûna pereyê ku rêxistin qezenc dike rayê didin.
- Rotayên hişbirê yên PKKyê
Dema li çavkaniyên eşkere mêze dikin dibînin ku 4 rotayên girîng ên
PYD/PKKyê Balqan, Afrîkaya Bakur û Başûr û Qafqasya ne. Xêncî van,
rêxistin ji hin ciyên Afrîkayê jî hişbirê temîn dike û dibe û tîne. PKK bi piranî
ji bo xwe eşkere neke van rotayan bi kar tîne û hişbirê dibe bazarên li Ewropayê.
Rotaya rêxistin herî zêde bi kar tîne û pê hişbirê dibe û tîne jî welatên Balqanan in. Eva rotaya ji îstiqameta Efxanistan-Îran-Tirkiye-Welatên Balqanan-Ewropayê pêk tê. Hişbira li Efxanistanê tê çêkirin hem ji aliyê Îran, Iraq û Sûriyeyê ra tê sewqkirin hem jî ji Îran û Qafqasan ra tînin Tirkiyeyê û paşê derbasî Balqanan dikin û ji wir ra jî dibin Holanda, Belçika û Fransaya welatên Ewropayê û derdixin bazarê. Li gor raporên îstixbaratê yên dikarin ji çavkaniyên eşkere û EUROPOLê bi dest bixin, PKK ji bo di bazirganiya hişbirê da îfşa nebe li ser rotayê bi rêxistinên sûc ên taşeron ra li hev dike. Wekî mînak dema rotaya Qafqasan bi kar tîne bi rêxistinên sûc ên Gurcî û Îranî ra li hev dike û hişbirê dibe bazara li rojhilatê Ewropayê.
Di mijarê da mînaka herî zêde tê zanîn û medyayê da hat weşandin ya Baybaşînan e. Baybaşînan têkiliyên malbat/eşîreta xwe ya li Diyarbekirê bi kar dianî, di navbera Îngiltere, Holanda û Tirkiyeyê da hişbir dibirin û dianîn, hema bêje bi hemû firoşkerên hişbirê yên li Ewropayê ra angaje bibûn. Ligel vê yekê, li gorî qaçaxçiyên hişbirê ku bi destê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê hatin girtin, tu şaxeke ku bi PKKyê ra peywendî daneyne ne dikare li Tirkiyeyê û ne jî li Ewropayê karê firotina hişbirê bike.
Rêveberên payebilind ên rêxistinê yên li Ewropayê yên ku ji Tirkiyeyê revîn û daxwaza penaberiya siyasî kirin yên wekî Zubeyîr Aydar, Remzî Kartal û Ali Riza Altunê ku vê axiriyê bi operasyona MÎT-TSKyê hat berterefkirin, bi destê Ofîsa Kontrola Heyînên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê wekî "qaçaxçiyê hişbirê" hatine ragihandin.
- Rotaya nû Sûriye ye
PKKya ku piştî Bihara Erebî ya sala 2011an, ji ser hebûna xwe ya Sûriyeyê da ket pey armancên nû, hemleyên xwe yên der heqê Ewropayê da ji ser şaxa xwe ya Sûriyeyê PYD/YPGyê ra bileztir kirine. Di sala 2014an da piştî ku DEAŞê êrîşî herêma Kobaniya Sûriyeyê kir û Amerîkayê piştgirî da şaxa rêxistinê ya li vê herêmê, PKKyê dest pê kir û ji ser PYD/YPGyê ra herêm kir bin bandora xwe. Piştî ku PYD/PKK li herêmê xurt bû, Qendîlê dest pê kir û ji ser Sûriyeyê ra hişbir şand Ewropayê. Rêxistin herwiha li herêmên Sûriyeyê yên wekî Qamişlo, Malikiye, Serêkaniyê, Reqa, Heseke, Kobanî û Tel Abyadê jî kirkirk, esrar û xaşxaşê diajo û herwiha rêxistin vê derê ne bi tenê wekî guzergeha derbaskirina hişbirê, herwisa wekî navenda hilberîna hişbirê jî diemilîne. Rêxistin van fealiyetên xwe hemû di kontrola qaşo Wezareta Çandiniyê ya qaşo Rêbeveriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da dike. Ev hişbira ku tê bidestxistin, ne bi tenê ji bo Ewropayê tê şandin, herwisa ji bo ku mensûbên PYD/PKKyê ji aliyê rêxistinê va bi hêsanî bên kontrolkirin, li Sûriyeyê bi xwe jî tê belavkirin.
- Têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî narko-terora PYD/PKKyê
Van salên dawîn bi operasyonyonên berfireh ên Tirkiyeyê va tora ku PYD/PKKyê nexasim li Tirkiyeyê û dewrûbera wê ava kiriye, derbeyeke mezin xwar.
Di sala 2016an da Tirkiyeyê têkoşîna xwe ya dijî terora narkotîk a PYD/PKKyê bi operasyonên ewlehiyê yên hundir û dervayî welêt û bi têkiliyên saziyên navneteweyî ra pêşva bir. Di nîva duyem a sala 2016an pê va rêvebirên FETOyê û endamên wê yên hewldana derbeyê kirin ji saziyên dewletê hatin dûrxistin. Ji ber vê dûrxistinê tesîreke wê ya mezin li ser rêxistinên organîze yên sûcan ên wek PYD/PKKyê çêbû.
Piştî vê, Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li Sûriyeyê operasyonên Mertala Feratê û Çiqlê Zeytûnê kir, endamên rêxistinê û komên sûcan ên taşeron ên li ser navê rêxistinê li herêmê ne ji holê rakir.
Operasyonên Bibiryariyê û Pencikê rê li ber derbasbûnên dereqanûnî ên ji sînoran girt, terorîstên payebilind ên biryara çalakiyên terorê didin û hişbir di serî da rêxistinên gelek sûcan dikin ji holê hatin rakirin.
Di operasyonên bi saya şaxên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî tên kirin va di navbera salên 2016, 2017 û 2018an da 88 hezar û 239 kîlogram kirkirk, 16 hezar û 542 kîlogram eroîn, 11 hezar û 411 kîlogram kokaîn hat bidestxistin. Ji bo sazûmaniya PYD/PKKyê ev hişbira hatiye bidestxistin girîng e, di bazara hişbirê ya Ewropayê da jî qîmeta wê zêde ye.
Dema rêjeya hişbira ji PYD/PKKyê tê bidestxistin û bihayê wê yê digihêje rêxistinê bê nêrîn, wê bê dîtin ku PYD/PKK bi tenê ji hişbirê salê 1,5 milyar dolar dikare qezenc bike.
Li gor raporên îstixbaratê PKK ji hişbirê, qaçaxçitiya mirovan, pereyên dereqanûnî hatiye berhevkirin û karên bi vî awayî 50 milyar dolar qezenc dike. Ji sedî 80yê bazara hişbirê ya Ewropayê jî di destê PKKyê da ye. Tirkiye ji bilî artêşa xwe TSKyê, Serokatiya MÎTê û Wezareta Karên Navxweyî bi saziyên wek Ofîsa Sûc û Hişbirê ya Neteweyên Yekbûyî, Teşkîlata Hevkariyê û Ewlehiyê ya Ewropayê, Organîzasyona Hevkariya Aboriyê, Hevkariya Aboriyê ya Behra Reş ra hevkariyê dike ku têkoşîna dijî PYD/PKKyê bimeşîne.
[Umît Tetîkê lîsansa xwe ya bilind li Zanîngeha TOBBê qedandiye xebat û lêkolînên xwe yên der barê ewlehiyê da li SETAyê dimeşîne]
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.