Nûçeyên analîzê, Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Tevî sedem û encaman dagirkirina Ukraynayê ji hêla Rûsyayê va

Doç. Dr. Şener Aktürk  | 24.02.2022 - Rojanekırın : 26.02.2022
Tevî sedem û encaman dagirkirina Ukraynayê ji hêla Rûsyayê va

Istanbul

Ji Zanîngeha Koçê Doç. Dr. Şener Akturk, midaxeleya eskerî ya Rûsyayê ya dijî Ukraynayê ji bo AA Analîzê nivîsî.

***

Piştî rûxîna hikûmeta Yanukovîç a di Sibata 2014an da ya ji ber protestoyên Euro-Meydanê, ji hêla Rûsyayê va dagirkirina Ukraynayê ya ku bi dagirkirin û îlhaqa Qirimê va (Sibat-Adar 2014) dest pê kiribû, piştî ku bi awayekî fermî hat ragihandin, artêşa Ûris dê bi navê "hêza aştiyê" bikeve parêzgehên Donetsk û Luhanskê, ket qonaxeke nû. Di rastiyê da cudaxwazên ku bi piştgiriya Rûsyayê va navendên van herdu parêzgehan bi dest xistibûn, di sala 2014an da bi navê "Komara Gelê Donetskê" û "Komara Gelê Luhanskê" serxwebûna xwe ragihandibûn û ev 8 sal bû ku li benda vê rojê bûn. Divê mirov wê yekê diyar bike ku ji sala 2014an vir va li Ukraynayê şerekî sivik heye û Rûsyayê di vê pêvajoyê da rasterast piştgirî da cudaxwazan. Cudaxwaz jî ne serxwebûn, lê mîna Qirimê li bendê ne ku tevlî Rûsyayê bibin. Ya ku di Sibata 2022yan da qewimî jî ew e ku Rûsyayê midaxeleya eskerî ya dijî Donetsk û Luhanskê bi fermî qebûl kir û îma kir dibe ku dagiriyê derxe asteke berfirehtir û parêzgehên din ên Ukraynayê jî dagir bike.

- Sedema jeopolîtîk, derketina Ukrayna ya ji rêgeha Rûsyayê ye

Ji hêla peywendiyên navneteweyî, siyaseta navxweyî ya Ukraynayê û siyaseta navxweyî ya Rûsyayê va hin sedemên têkildarî hev yên ku hevdu temam dikin hene ku Ukrayna ji hêla Rûsyayê va hat dagirkirin. Meriv dikare bêje ku medyaya Tirk bêtir li ser hêla peywendiyên navneteweyî disekine û haya wê ji sedem û encamên muhtemel ên ji hêla siyaseta navxweyî ya Ukraynayê û siyaseta navxweyî ya Rûsyayê tuneye.

Ji hêla têkiliyên navneteweyî va sedemeke din a şer û hinceteke Rûsya nîşan dide jî îxtimala endamtiya NATOyê ya Ukraynayê û bicihkirina eskerên NATOyê ya li Ukraynayê ye. Lê divê ev wek hinceteke biçûk a endamtiya NATOyê neyê dîtin. Ya rast ew e ku Rûsya dixwaze Ukrayna di dora Rûsyayê da bimîne û wek Fînlandiyakirinê (Finlandization) bibe herêmeke bêalî û di nav îtifaqekê da nemîne.

Rûsyayê çawa ku Donetsk û Luhanskê dagir kir berê jî piştgirî dabû dagirkeriya Ermenistanê ya Qeredaxê, têkbirina serokê Azerbeycanê Ebulfez Elçibeyê alîgirê Tirkiyeyê. Artêşa Ûris herêma Osetyaya Başûr ya Gurcistanê dagir kiribû û têkbirina serokê Gurcistanê Mîkhaîl Saakaşvîl yê alîgirê Rojavayê ye hêsantir kiribû. Rûsyayê li herêma Transnistriayê ya Moldovayê piştgirî dabû cudaxwazan û rêya endamtiya YE û NATOyê xitimandibû. Wek rewşa niha ya li Ukraynayê berê jî Rûsyayê hikûmetên li Azerbaycan, Gurcistan û Moldovayê têk biribû û hewl dide li Ukraynayê jî wisa tevbigere.

Ji hêla din va heke garantiyeke nivîskî ya ku endamtiya NATOyê ya Ukraynayê qebûl neke bê dayîn hikûmeta Moskovayê dibe ku dev ji dagirkeriyê bernede. Lewra dema em berê xwe bidin rewşa siyasî û nasnameya neteweyî ya Rûsya û Ukraynayê ev bi şik xuya dike. Tê zanîn ku Putîn belavbûna Yekîtiya Sovyetan felaketa jeopolîtîk ya herî mezin a sedsala çûyî dinirxîne. Putîn ji bo pergala wisa difikire ku dijî Rûsyayê piştî Şerê Sar hatiye avakirin biguherîne vê rewşê wek derfetekê dinirxîne.

- Donetsk û Luhansk ji 2014an vir va ji bo şantajê rehîn in

Cudaxwazên ku Rûsya piştgirê wan ne li Donetsk û Luhanskê wek rehîn ji bo şantajê hatin bikaranîn û tesîra wan li ser guherîna hikûmeta Kyîvê ya alîgirê Rojavayê ye çêbû. Xaleke balkêş jî ew e ku navê paytextê Ukraynayê Kyîv e lê gelek kesên ji medyaya Tirkan wek tercîha Rûsyayê navê wê wek Kîev dinîvîsin.

Petro Poroşenkoyê Serokomarê berê yê ji bajarên rojavayê Ukraynayê û bajarên lê protesto tên kirin piştgiriyeke mezin distîne li hemberî Volodimir Zelenskiyê ji kêmnetewên Ûris, herêmên li rojhilatê Ukraynayê bi Rûsî diaxivin û tevahiyê welêt deng sitand hilbijartina Serokomariyê ya 2019an dabû der. Di heyama Serokomariyê da bi piştgiriya zêde ya Poroşenko va Ukraynayê statuya otosefalê ya Patrîkxaneya Fenerê ya Dêra Ortodoksan hilda û ji rêveberiya Patrîkxaneya Moskovayê derket. Dikarin ji vê bûyerê ra bêjin cihêbûna herî mezin a sazîbûnê ya alema Ortodoksan. Li berevajoyê hêvîyê hikûmeta Zelenski jî dilê Rûsyayê xweş nekir. Hetanî protestoyên li meydanan ên 2014an serjimara Ukraynayê li welêt di navbera alîgirên Rojavayê û alîgirên Rûsyayê da qasî hev bûn, piştî ku Rûsyayê Qirim dagir kir û li Donetsk û Luhanskê cihêkaran serhildan dan destpêkirin û serjimar zêde bû alîgirê Rojavayê û neteweperwerên dijî Rûsyayê.

Donetsk, Luhansk û Qirima herî zêde Ûris lê dijî ji destê Ukraynayê derketin û di siyaseta navxweyî ya Ukraynayê da alîgirên Rûsyayê kêm bûn. Li Ukraynaya piştî dagirkirina Rûsyayê piçûk bû êdî kî were îqtidarê ew ê zêdetir guh bide dengê hilbjêrên neteweperwerên Ukraynayê. Agahiyeke şaş a hetanî ekranên xeberan ên Tirkiyeyê weşandin jî ew e ku Li Donetskê Ûris zêde ne. Xêncî Qirima Rûsyayê dagir kir li tu bajarekî Ukraynayê kêmneteweyên Ûris zêde nînin. Li Donetsk û Luhanskê bi tenê kesên Ûriskî diaxivin zêde ne lêbelê kesên Ûriskî diaxivin bi tevahî Ûris nînin, zimanê wan Ûriskî ye. Piraniya gelê bajaran jî neteweyên Ukraynayî ne. Li Donetsk û Luhanskê berê ji sedî 90ê hilbijêran dengê xwe dida Viktor Yanukovîçê Serokomarê berê yê alîgirê Rûsyayê. Dema bi tenê li vê mezê bikin û dijberiya beriya 2014an ali Ukraynayê binirxînin bêjin ev li gor ziman an neteweyan e ev ê şaş be. Li gor qinaeta min, ya ku rêyekê nîşan dide ew e ku esas nasnameyên siyasî û îdeolojîk û alîgiriya jeopolîtîk ferqa di navbera partiyan da eşkere dike.

Bi kurtasî, piştî protestoyên li meydanan hikûmet ji text hat daxistin krîza meşrûiyetê derket, cihêkarên li rojhilatê welêt yên bi salan e cudahiyên etnîkî û çandî îstismar dikirin bi piştgiriya Rûsyaya va erdê Ukraynaya welêt li Ewropayê herî mezin parçe kirin.

- Baweriya ku miletê Rûsya, Ukrayna û Belarûsê yek e

Putîn di havîna 2021ê da bi sernava "Yekîtiya Dîrokî ya Ûris û Ukraynayiyan" gotarek weşand. Ev gotar baş dide fehmkirin ku aliyê nasnameya neteweyî û siyaseta navxweyî va Ukrayna seba Rûsyayê tê çi meneyê. Li gor gotara Putîn, koka Rûsya, Ukrayna û Belarûsa îroyîn ji Rûsên Mezin (Velikorusski), Rûsên Piçûk (Malorusski) û Rûsên Spî (Belorusski) tên û ev jî şaxên cuda yên neteweya Slav in. Netewperestên Ukraynayê jî qebûl nakin ku ew "Rûsên Piçûk" in. Lêbelê Putîn wisa bawer dike ku ew pêşengê neteweyeke ku piştî "felaketeke jeopolîtîk" bûye sê perçeyan e. Putîn û hikûmeteke Ûris a ku di vê baweriyê da ye, naxwaze ku Ukrayna ji mahreka Rûsyayê derkeve. Her wiha wisa tê bawerkirin ku dewleta ewil a Ûrisan dewleta Ûris a Kîevê ye ku li Kyîva paytextê Ukraynayê hatiye avakirin û di 988an da piştî ku Vladimirê hukumdarê vê dewletê vaftîz bûye, Ûris bûne Xristiyan. Ev bawerî wekî bingeha dîroka fermî ya Ûrisan ev çendîn nifş in ku tê fêrkirin. Êdî Kîeva (Kyiv) paytextê Ukraynayê li gor doktrîna dîroka fermî destpêka dewleta ewil a Ûrisan û nasnameya Ûrisên Ortodoks e. Dema ku em midaxeleya dijî Ukraynayê ya Rûsyayê mêze dikin û têkiliya wê bi nasnameya neteweyî ya Ûris ra tînin ber çavan, ji aliyê Rûsyayê va midaxeleya dijî Ukraynayê ji midaxeleya dijî Gurcistan, Qazaxistan, Azerbeycan an jî Moldovayê pir girîngtir e û wekî polîtîkayeke sereke cuda dibe.

- Seba Tirkiyeyê Ukrayna mitefîqekî siruştî ye û qeraxên Behra Reş krîtîk in

Herî dawî bi kurtasî ji aliyê Tirkiyeyê va heke em li ser girîngiya şerê Rûsya û Ukraynayê bisekinin, çar unsûr dertên pêş. Ya yekemîn ji ber ku hêzeke mezin a wekî Rûsyayê rasterast cînar e (ev Amerîka an jî Çîn bûya jî ferq nedikir) kîjan welat dibe bira bibe ev yek tehdîdeke potansiyel e. Rûsya nêzî sê qirnan cînarê dewleta Osmanî û Komara Tirkiyeyê bû. Di vê maweyê da ji bo dewleta Osmanî û Komara Tirkiyeyê tehdîda eskerî ya sereke ji Rûsya û Yekîtiya Sovyetan dihat. Ji ber vê yekê hebûna welatên wekî Gurcistan û Ukraynayê ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da wezîfeya tamponê dibînin û yekparetiya axa van welatan seba Tirkiyeyê pir girîng e û ji vî alî va Ukrayna mitefîqê siruştî yê Tirkiyeyê ye.

Ya duyemîn jî axa herî stratejîk a Ukraynayê Kirim bû û ew der ji alî Rûsyayê va hat dagirkirin û ev dagirkerî hevsengiya li Behra Reş dijî Tirkiyeyê bû. Ne minkun e ku meriv bibêje Kirim ji bo paşve hildanê Ukraynayê gaveke eskerî û berbiçav avêt Niha jî bajarên Donetsk û Luhanksê yên li rojhilatê Ukraynayê sedema nîqaşê ne. Ji bo Tirkiyeyê ya girîng ewe ku Ukrayna Bendergeha Odessayê di serî da peravên xwe yên Behra Reş biparêze. Em dizanin ku netewperestên Ûris bi tevahiya peravên Behra Reş wek herêma Rûsyaya Nû (Novorossiya) dihesibînin. Heke ew hemû der û bajarên li ser xeta behrê derbasî destê Rûsyayê bibin têkîliya Ukraynayê bi Behra Reş ra tê birîn.

Ya sêyemîn jî ewe ku Tirkiye di mijareke wiha Rûsya girîngiyê didê û ji bo hewl dide da li dijî wê sekinîn û bi tena serê xwe têkoşîn bike ev gelek bi talûke ye û wê xelet be jî. Ev talûke di demeke nêz da li Sûriyeyê hat dîtin ku çiqas bi rîsk e. Ya rast ew e Amerîka û endamên NATO di serî da ew welatên perçeyekî Ewropaya Rojhilat in gorî tifaqê rê li dagirkeriya Rûsyayê bigirin û heke ev ne mimkun be jî qet nebe rê lê bibirin ku bila bi negihêje bi tevahiya peravên Behra Reş.

Ya çaremîn jî heke Rûsya di dagirkirina Ukraynayê da pêşva biçe ev yek di siyaseta xwemalî û ya derva da bibe mijara sereke ya şêniyên wê û li eniyên ku Rûsya dijî Tirkiyeyê bi cî bûye dibe sistî pêk bê û ev yek ji bo Tirkiyeyê bi kêr bê.

[Doç. Dr. Şener Akturk hîndekarê Beşa Têkîliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Koçê ye.]

*Fikrên naveroka maqaleyê aîdê nivîskar in û dibe gorî polîtîkayên edîtorî yên Ajansa Anadoluyê nebin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.