Nûçeyên analîzê

Medyaya Siûdî weke organa weşanê ya PKKê ye

Yên ku li ser medyaya dîtbarî û nivîskî, daxuyaniyên rêveberiya Erebistana Siûdî yên li ser Herekata Kaniya Aşitiyê, dişopînin, dibêjin heçko Tirkiye li dijî wî welatî ceng ragihandiye.

Halil Çelik, Ahmet Aydın  | 17.10.2019 - Rojanekırın : 17.10.2019
Medyaya Siûdî weke organa weşanê ya PKKê ye

Istanbul

Herekata Kaniya Aşitiyê ya ku Tirkiyeyê di rexberê sînorê xwe û Sûriyeyê de daye destpêkirin, hinek aliyan aciz dike. Herekatê him hevsengên saheyê guherand û him jî maskên aktorên navneteweyî û herêmî jî, yek bi yek ji ber rûyê wan xist. Helbet dihat çaverêkirin ku hevpeymanên NATOyê û hevkarên wê yên stratêjîk, herwiha welatên ku bi salane li hember Tirkiyeyê hevkariya rêxistinên terorê dikirin, li dijî herekatê bisekinin û helwestên tund bînin ziman. Lêbelê di serî de Erebistana Siûdî, Îmarat û Yekîtiya Erebî ya ku di xolgeha van herdu welatan de ye, digel Misir û Behreynê, herekat mehkûm kirin û medyayên wan, bi maweya 24 seatî bi weşanên resterast û zindî, bi manşêt, nirxandin û şîroveyan derbasî rewşa cengê bûn. Ev halê wan bûye nimûneya tinaziya reş.

Yekîtiya Erebî ku di çavê gelan (û herwiha rêveberiyan) de ti beramberî û îtîbara wê tune ye, bi danezana xwe ya dawî operasyon mehkûm kir û operasyon weke "dagîrkirinê" bi nav kir, lê ev helwest ji aliyê welatên endam ve jî bi cidî nayê wergirtin. Ji ber ku yekîtî, ji mekanîzmaya cîbicîkirinê jî bêpar e, hinek endam ya danezanê îmze nakin yaxud bi wasîteya wezaratên xwe yên derve tînin ziman ku piştevaniya biryarê nakin. Heyamên ku DYA, Rûsya û Îranê welatên Erebî kiribûn mîna "muzeya wêrankariyê", Yekîtiya Erebî bêdeng dima. Vêca îro ew yekîtî radibe dev diavêje mijara serweriya Sûriyeyê, ya ku herî kem ji aliyê artêşên çar welatan (DYA, Fransa, Rûsya, Îran) ve hatiye binpêkirin, ma ev ne komêdî ye. Nexasim li bakurê Sûriyeyê dema nufûsa Ereban bi destê rêxistina terorê neçarî koçê tê kirin û navê "Rojava" li wê herêmê dikin, rejimên Ereban û medyayên wan ji bo rêxistina terorê şînê digirin ji loma îdî ti aliyekî wê yê rewiştî tune ye. Herwiha heta nuha nehatiye dîtin ku ew yekîtî, li hember Îrana ku îro çar paytextên Ereban (Bexda, Şam, Beyrût, Sana) di destê xwe de digire, bi lezgînî civiya be. Îsraîl hema her roj serweriya Sûriyeyê îhlal dike û çeperên ku giring dibîne topbaran dike, lê dîsan deng ji wan rejiman nayê. Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtînê piştevanê sereke yê Rejima Esed ya ku berpirsê tevkuştina zarok, jin, kal û pîran e li Sûriyeyê, li Erebistana Siûdî bi awayekî şikomendî hat ezimandin û peymanên giring hatin îmzakirin.

Yên ku li ser medyaya dîtbarî û nivîskî, daxuyaniyên rêveberiya Erebistana Siûdî yên li ser Herekata Kaniya Aşitiyê, dişopînin, dibêjin heçko Tirkiye li dijî wî welatî ceng ragihandiye, tesîsên petrolê yên weke Aramcoyê bordûman dike, yaxud wê bibêjin qey Enqere alîkariya çek û cebilxaneyê ji Hûsiyan re, dişîne ku bi piştevaniya Îranê şer li Yemenê dikin. Ma ne Rêveberiya Riyadê li Yemenê ketiye nav pataxê de.

Ji bo êrîşa dawîn a li dijî Aramcoyê jî, rêveberiya Siûdî û medyaya wê bi vê raddê helwest nîşan nedabû. Hetta ew helwesta ku nîşan dan, helwesta rejima Esed û medyaya wê ya li dijî herakata Kaniya Aşitiyê derbas kir.

Televizyonên weke El Erebiye û El Hedesê ku bi sermaye Siûdî dixebitin, herwiha rojnameya Ukazê ku di warê nûçeyên dijî Tirkiyeyê de weke keştiya admîralê ye jî, hemî medyaya dîtbarî û nivîskî xerîke weke organa weşanê ya PKKya rêxistina terorê tevdigerin. Bi bi rêbazên dezenformasyon û propagandaya reş hewl didin armancên herekatê bitewişînin. Bi taybet nûçegihanê El Erebiyeyê, li herêma ku Tirkiye lê operasyonê li dar dixe, 2 zarok li nîvê caddeyê, li erdê dirêj kirin û îmza avêtin binê mîzansenkê erzan. Rayedarên Erebistana Siûdî li ser hesabên xwe yên şexsî yên medyaya civakî, derbarê Tirkiyeyê û operasyonê de tiştê dijî eqil parvekirin, hesabên trolane jî weke her car, cihê xwe di van dezenformasyonan de girtin.

Nivîskarê rojnameya Ukazê Ehmed Ewad îdia kir ku artêşa Tirkiyeyê li dijî neviyên Seleheddîn Eyyubî şer dike, nivîskarê El Cezîre Muhemmed Şêx jî ji ber ku Qeterê piştevaniya Tirkiyeyê dikir, dev avêtyê û îdia kir ku Qeter îdî welatekî Erebî nîn e û bûye Tirk.

Rêveberiya Riyadê ya ku îro hê nû hat bîra wê Sûriye welatekî Erebî ye û giringî da serweriya wê, ji adara 2011an, destpêka bûyeran ve ti tişt ji Sûriyeyê re nekiriye, bi berevajî ya wê, zordestî û tevkuştinên rejima Esed jî piştguh kirine. Di ser de jî di bin navê "têkoşîna dijî DEAŞê" de, alîkariya maddî û lojîstîkî gihand PYD/PKKê û ji par ve xencer li Ereban xist.

Di ser polîtîkayên dijber yên ji ber darbeya Misrê û eblûqeya Qeterê de, par kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçî ket ser, ji ber vê jî rêveberiya Riyadê û medyaya wê di her firsendê de rêjeya dijminatiya xwe, ji bo Tirkiyeyê zêde dikin. Ew fealiyetên dezenformasyon û propagandaya reşkirinê yên li dijî herekatê, nîşana wê yekê ne ku Erebistana Siûdiyê dixwaze Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, aborî û eskerî ve zeîf bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.