Nûçeyên analîzê

Li Iraqê ji ber dubendiya Sedr û Malikî xetere heye ku di nav Şiiyan da şerê navxweyî derkeve

Zana Natık Kerem  | 02.08.2022 - Rojanekırın : 03.08.2022
Li Iraqê ji ber dubendiya Sedr û Malikî xetere heye ku di nav Şiiyan da şerê navxweyî derkeve

Arbil

 Li Iraqê di 10ê Cotmehê da hilbijartin hatin kirin û ji serê 10 meh derbas bû lê digel vê hikûmet nehat damezrandin. Di navbera lîderê Tevgera Sedrê Muqteda es-Sedr û ji serokwezîrên berê yên Iraqê Nûrî el-Malikiyê lîderê Koalîsyona Dewleta Qanûnê ye da reqabet zêdetir bû û ji ber nelihevkirina herdu aliyan dibe ku şerê navxweyî derkeve.

Fermandarê Hêzên Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Îsmaîl Qaanî di rageşiya navbera Sedr û Malikî da "xwe wek alî" nîşan dide û ev yek jî dibe sedema zêdebûna rageşiyê.

Tirs ew e ku heke Malikî di Çarçoveya Kordînasyonê da Mihemed Şiya es-Sûdanî ku wek namzedê serokwezîrtiyê îlan kiribû paşve nekişîne alîgirên tevgera Sedr wê careke din dakevin kuçe û kolanan û rageşî zêdetir bibe û pêşî lêgirtin wê zehmettir be.

- Sedr, Sûdanî wek Malikiyê duyemîn dihesibîne

Çarçoveya Kordînasyonê ya ku ji alî komên siyasî yên nêzî Îranê ne va hatiye avakirin bi armanca pêşxistina damezrandina hikûmetê Sûdanî wek namzedê serokwezîrtiyê nîşan dabûn lê namzediya wî ji bo rewşa siyasî di şûna bi kêr hatinê da zêdetir bû sedema rageşiyê. Loma alîgirên Sedr daketin kuçe û kolanan. Lewra Sedr, Sûdanî wek Malîkiyê duyemîn dihesibîne û namzediya wî qebûl nake.

Koalîsyona ku Tevgera Sedr a di hilbijartina 10ê Cotmehê da bi ser ketibû, PDK û komên Sunî pêk dihat di mijara damezrandina hikûmet û hilbijartina serokomar da bi ser neketin. Li ser vê yekê Sedr diyar kir ku ew ji sayasetê vedikişe û parlementerên girêdayî wî jî îstifaya xwe pêşkêşî Serokatya Meclisê kirin. Ji ber vê tevgerê hat fehmkirin ku wê di kuçe û kolanan da tevgerî wê zêdetir bibin.

Çarçoveya Kordînasyonê di 25ê tîrmehê da Sûdanî wekî namzedê serokwezîr eşkere kir. Sûdaniyê siyasetmedarê şîe li Iraqê Wezîrtiya Xebat û Civakî û Wezîrtiya Mafên Mirovan kiriye, piştî xwepêşandinên cotmeha 2019an ji Partiya Dozê û Koalîsyona Dewleta Qanûnê îstifa kir. Tê gotin ku Sûdanî piştî Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê wê dewrê, seba hikûmetê ava bike, îstifa kir. Ji ber vê yekê Sedr wê demê namzediya Sûdanî red kir û destûr nedayê.

- Rageşiya navbera Sedr û Malîkî seba pevçûna navbera şîeyan talûke ye

Zêdebûna pirsgirêkên navbera Sedr û Malîkî seba pevçûna navxweyî ya navbera şîeyan talûke ye. Helwesta her du aliyan nîşan dide ku rageşî wê zêdetir bibe.

Sedr îdia dike ku Malikî wexta ku di navbera 2006 û 2014an da serokwezîrî kiriye, wê demê gendelî kiriye û rêvebiriyeke xerab kiriye. Ji bo vê îdiayê seba ku ew an jî kesekî nêzî wî cardin nebe îqtidar, çalakiyên kuçe û kolanan dixe dewrê. Sedr Malikî berpirsiyar dibîne ku DEAŞa rêxistina terorê piraniya welêt bi dest xist.

Piştî ku Sedr ji Meclisê vekişiya, qinaet ew bû ku wê destê xwe ji geşedanên siyasî nekişîne. Pisporan gotibû ku Sedr piştî ku dev ji siyasetê berde, wê çalakiyên kuçe û kolanan têxe dewrê.

Li Iraqê di 13ê tîrmehê da qeyda dengekî ya ku tê îdiakirin dengê Malikî ye hatibû weşandin û ev bûbû sedem ku Sedr derkeve meydanê.

Di qeyda deng da kesê tê îdiakirin ku Malikî ye dibêje Sedr tirsonek e û ew amade ye ku dijî wî şer bike.

Ji ber vê qeydê Sedr di 15ê tîrmehê da bangî alîgirên xwe kiribû ku ew bi hev ra nimêja înê ya girseyî bikin û li Bexdayê jî dijî Malikî xwepêşan hatibû lidarxistin.

Di 18ê tîrmehê da Sedr ji Malikî xwest ku ew tobe bike û dev ji siyasetê berde. Sedr di daxuyaniya xwe da bangî eşîreta Malikî jî kir ku siyasetmedarê Şiî bila vekişe û îdia kir ku Malikî gefan dixwe ku wî bikuje.

- Rageşiya di navbera her du serkan da nahêle hikûmet ava bibe

Dijminatiya di navbera Sedr û Malikî da heya dema operasyonên 2008yan diçe. Malikî dema serokwezîr bû li bajarên başûr ên welêt dijî Artêşa Mehdî ya girêdayî Sedr fermana operasyonê da. Di operasyonan de bi sedan milîsên Artêşa Mehdî hatin kuştin, bi sedan jî hatin girtin. Ev bû sedem ku dijminatiya di navbera Sedr û Malikî da zêdetir bibe.

Ji ber van her du siyasetmedarên Şiî li Iraqê rageşiya siyasî her ku diçe zêde dibe û avabûna hikûmetê derengî dikeve. Di 27ê tîrmehê da alîgirên Sedr xwepêşanek kirin, piştî vê Malikî çek hilda destê xwe û derkete kolanê. Ev bûyer jî nîşan dide ku rîska pevçûnê ya di navbera wan da çiqas zêde ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın