Nûçeyên analîzê

Dayika Helepçeyî 31 sal piştî komkujiyê gihîşt kurê xwe yê winda

Dayika Helepçeyî Melîhe Mihemed Reşîd di sala 1988an da piştî komkujiya bi çekên kîmyewî ji bo tedawiyê tevlî malbata wê birine Îranê.

Abdullah Tel  | 20.12.2019 - Rojanekırın : 23.12.2019
Dayika Helepçeyî 31 sal piştî komkujiyê gihîşt kurê xwe yê winda

As Sulaymaniyah

Dayika Helepçeyî Melîhe Mihemed Reşîd 31 sal piştî komkujiya bi çekên kîmyewî ya Rejima Sadam Hiseyîn kiribû, gihîşt kurê xwe yê ku hê wê çaxê 9 mehî bû û winda kiribû.

Sadamê lîderê jitextdaxistî yê Iraqê ku di êrîşa bi bombeyên kîmyewî va bir ser Helepçeya wê demê navçeya Silêmaniyeyê bû da qirqirineke mezin li ser navê xwe nivîsan, zirar û ziyaneke mezin da şêniyên wir û bû sedema trajediyên mezin.

Çîroka dayika Helepçeyî Melîhe Mihemed Reşîd a ku di sala 1988an da piştî qirkirinê ji bo tedawiyê tevlî malbatê derbasî Îranê bûbûn ji wan yek e.

Di 16ê Adara sala 1988an da dema balafirên şer ên rejima Sadam di ser Helepçeya li ser sînorê Îranê ye da bombeyên kîmyewî dibarandin Xelîl Mihemed Salih hê wê demê sebiyekî 9 mehî bû. Malbat piştî qirqirinê ji bo dermankirinê derbasî alî Îranê kirin.

Wê demê şerê rejima Sadam a bi Îranê ra jî dewam dikir û li ser bajarê Kirmanşahê jî êrîş hatin kirin û Reşîdê wê rojê sebiyê xwe yê 9 mehî winda kir.

Reşîdê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wê tu nexweşxane û kampên penaberên Iraqî lê diman nehişt, kontrol kir û li sebiyê xwe geriya lê tu tişt bi dest nexist.

Piştî ku Reşîd tevlî endamên din ên malbatê zivirî Silêmaniyeyê serî dadgehê da û di Mijdara sala 1988an da jê ra xeber hat û gotin ku sebiyê wê miriye.

- Malbateke Îranî wek ewladê xwe lê xwedî derket

Malbata bi êş û keser a Helepçeyî li ser xeberê şerpeze bûn lê Salihê hê wê demê sebî bû ji hêla malbateke Îranî va wek ewlad hat hildan.

Mesume Mehdîpura ku heta demekê Xelîl Mihemed Salih ew wek diya xwe ya rastî dizanibû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mêrê wê Menuçehr Îsmailî di nexweşxaneya lê xebitiye da rastî Xelîl Mihemed Salih tê û ji bo lê xwedî derkeve û wek ewladê xwe xwedî bike hiltîne dibe bajarê Qumê.

Mendîpurê destnîşan kir ku wan di nasnameyê da navê Xelîl Mihemed Salih wek Mihemed Emîn dane nivîsandin û Xelîl Mihemed Salih piştî ji fakulteya hiqûqê ya zanîngehê mezûn dibe û dest bi amadehiyên zewacê dike malbat jê ra rastiyê dibêje.

- Xelîl Mihemed Salih jî ji bo dîtina malbata xwe dest bi lêkolînan dike

Xelîl Mihemed Salihê ku di 24 saliya xwe da pê dihese ew kurê dê û bavekî din e ji bo dîtina malbata xwe ya esil dest bi xebatê dike.

Di axaftina xwe da Xelîl Mihemed Salih jî destnîşan kir ku ew ewilî çûye Tehranê û paşê jî çûye Kirmanşahê û der heqê sebiyên wê demê winda bûne da agahî berhev kiriye.

Xelîl Mihemed Salih pê dihese ku îhtimal heye ew ji wan zarokên li Helepçeyê winda bûbûn yek be û li ser vê diçe Silêmaniyeyê.

Li wê derê di kanaleke têlevizyonê ya herêmî da tevlî Serokê Komeleya Mexdûrên Êrîşa Kîmyewî ya Helepçeyê Loqman Ebdulqadir ra derdikeve bernameyê û qala çîroka xwe dike.

- Çawa dît nas kir

Dayika bi derd û kul Reşîdê ragihand ku wê di bernameyê da çawa Xelîl Mihemed Salih dît niqûtî dilê wê ku ew kurê wê ye û wiha dewam kir: "Min dixwest hema deqîqeyek be jî ez wî bibînim. Dema em her du cara ewil gihîştin hev em her du jî giriyan. Xwîna wî li min keliya û min hîs kir ku ew ewladê min e. Çawa min ew dît min ji yên dor berê ra got ev Xelîlê min e. Min têlefonî Loqman Ebdullah kir û jê xwest ku bila me bîne cem hev. Wî jî ji min ra got ku ka delîlên te çi ne û min jî got ku niqûtiye dilê min."

Bi saya Ebdulkaqir dayik û ewlad gihîştin hev û paşê jî Dadgeha Helepçeyê ji bo kirina testa DNAyê biryar da.

Di encama testan da derket holê ku Xelîl Mihemed Salih kurê Reşîdê ye û dadgehê jî ev yek qebûl kir.

Xelîl Mihemed Salihê ku li Îranê wek pisporê tipa Edlî kar dike tevlî malbata xwe ya Îranî di 17ê berfanbarê da nasnameya xwe ya Iraqê hilda û paşê derbasî Îranê bû û çû ser karê xwe.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.