Nûçeyên analîzê

Rojhilata Navîn dagirkeriya Rûsyayê ya Ukraynayê çawa dinirxîne?

Prof.Dr. Cengiz Tomar  | 15.03.2022 - Rojanekırın : 16.03.2022
 Rojhilata Navîn dagirkeriya Rûsyayê ya Ukraynayê çawa dinirxîne?

Istanbul

Prof. Dr. Cengiz Tomar rengvedana şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da ya li Rojhilata Navîn ji bo AA Analîzê nirxand.

***

Piştî heyama "Bihara Ereban" û şewba Kovîd-19ê dinyayê çavê xwe kutaye şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê. Piştî guherîna hikûmeta Amerîkayê eleqeya li ser Rojhilata Navîn kêm bû û Joe Bîden herî zêde bi Çîn û Rûsyayê ra mijûl e. Ev jî bû sedem ku polîtîkayên hikûmetên Rojhilata Navîn biguherin, nûçeyên qasî deh salan in der barê Rojhilata Navîn da tên çêkirin ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da ji rojevê ji holê rabin.

Welatên Ereb bi çavekî çawa li qeyrana Rûsya û Ukraynayê dinihêrin û dagirkeriya Rûsyayê ya Ukraynayê çawa dinirxînin ev bi yek bersivekê va nikare bê dayîn. Dema dibêjin Ereb yek pergalek nayê behskirin, em behsa 22 devlet, ji 13 milyon kilomêtroqereyî zêdetir xak û nifûsekî 450 milyonî dikin. Ji ber vê ye ku nêrîna weyranê jî tevgerên cuda di xwe da dihewîne.

Nêrîna welatên Ereb a li hemberî qeyrana Rûsya û Ukraynayê dibe di bin sê koman da bê komkirin: Rêvebiriya Şamê ya di bin hêza Ûris da ye wek hikûmeteke tekane dagirkariyê mafdar dibîne, qismekî rêvebiriya Ereban bi dengekî nizim wek tevgera Amerîka û Ewropayê tevdigere, yên din jî tevahî dengê xwe nakin.

- Sûriye

Li Rojhilata Navîn rejima Sûriyeyê ya wek di bin hêza Rûsyayê da ye teklîf kiribû ku ew Donetsê wek komareke xweser qebûl bike. Di medyaya rejimê da carna ji bo vê herêmê "Komara Donetskê" dihat bikaranîn. Piştî dagirkeriyê jî Beşar Esed dagirkeriya Rûsyayê wek "Texsîsa dîrokê û ji nû va avakirina mîzanê ya piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetan xirab bûbû" şîrove kir. Esed "terorîstên li Sûriyeyê û Naziyên li Ukraynayê" wek hev bi nav kir û îdia kir ku tiştên diqewimin ji ber tevgerên qirêj ên Rojava û NATOyê çêdibin. Li gor Esed Rûsya li hemberî tevgera NATOyê ya dixwaze belav bibe mafdar e.

Ji hêla din hin nûçeyên dibêjin Rûsya amadehiyan dike ku şervanên xwedî tecrube ji Sûriyeyê bibe Ukraynayê. Heke ev yek pêk bê, Sûriye li Ukraynayê wek "wekîl" dibe ku şer bike.

- Kendav

Şeş dewletên endamên Konseya Hevkariya Welatên Ereban ên Kendavê (GCC) ku li Rojhilata Navîn mitefiqên xwezayî yên Amerîkayê ne, bi giştî helwestên cuda nîşan didin, lê li hemberî Rûsyayê dengekî bilind ê ku ji wan dihat hêvîkirin dernexistin. Erebistana Siûdî ya ku serokê xwezayî yê welatên Ereban ên Kendavê ye bal kişand, ji bo çareserkirina bi rêyên demokratîk a krîza li Ukraynayê, divê hewlên navneteweyî bên zêdekirin. Ji xeynî xwestek û temeniya ku dikarin bibin navbeynkarê Rûsya û Ukraynayê, Erebistana Siûdî helwesteke bi dilê Amerîkayê nîşanî Rûsyayê neda. Di ser da jî daxwaza Amerîkayê ya zêdekirina hilberîna neftê ya ji bo ku bihayê nefta xam bêtir zêde nebe, bi hinceta peymana OPEC-Rûsya ya 2020î va qebûl nekir.

Wezîrê Karên Derva yê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb jî bal kişand ser dostanî û hevkariya di navbera wan û Rûsyayê da. Beşdariya biryara KENYyê ya "Rûsya divê demildest Ukraynayê biterikîne" ya ku Amerîkayê jî piştgirî dayê, nekir.

Hersê welatên din ên Kendavê Oman, Behreyn û Qeterê diyar kirin, "Ew bi fikar li krîza Ukraynayê dinihêrin" û bi tenê bangewazî kirin ku pirsgirêk di demeke zûtir da û bi rêyên dîplomatîk bê çareserkirin û rageşî û alozî were bidawîkirin.

Kuweyta ku welatekî din ê Kendavê ye û bêtir polîtîkayên resen dişopîne jî daxuyaniyên tundtir ên "serxwebûn û yekîtiya xaka Ukraynayê diparêze", "dijî guherandina sînoran a bi hêzê derdikeve" û "diyar dike ku divê sivîl bên parastin" kirin.

- Welatên Ereb ên din

Misir di qada siyasî, eskerî û çandî da wekî pêşengê alema Ereban e nifûsê wê ji sed milyonî zêdetir e. Misira ku hem ji Rûsyayê û hem ji Ukraynayê gelek dexl û den îtxal dike, diyar kir ku ew geşedanan dişopîne û bi fikar e. Her wiha dibêje ku divê krîz bi rêyên dîplomatîk werin çareserkirin. Lêbelê ji ber ku Misir bi rêya bazirganiyê girêdayî ye û hem jî ji ber pirsgirêkên wê yên navxweyî hene, heta niha der heqê şer da hê helwesteke pak nîşan nedaye.

Der heqê krîza Ukraynayê da ji Rojhilatê Navîn helwesta herî tund a Lubnanê ye. Her çend Lubnan li herêmê welatekî piçûk be jî wekî siyasî û çandî welatekî girîng e. Wezareta Karên Derva ya Lubnanê di 24ê sibatê da peyam weşand û di peyama xwe da ji ber ku axa Ukraynayê dagir kir, Rûsya şermezar kir û xwest ku operasyon demildest bisekine, Rûsya eskerên xwe ji axa Ukraynayê bikişîne û pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin. Hem Balyozxaneya Beyrûtê ya Rûsyayê hem jî hin parlamenteran ev daxuyanî rexne kir. Digel vê Pêşengê Hizbullahê Nasrallah îdia kir ku berpirsiyarê krîza Ukraynayê Amerîka ye, mafê parastina ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê heye û bi vî hawî piştgirî da dagirkirinê. Serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn jî diyar kir, ew li dijî her cure midaxeleya eskerî ne ku li dijî welatên serbixwe were kirin. Ewn daxuyand, dagirkeriya Rûsyayê li dijî serxwebûn û serweriya Ukraynayê êrîşek e û li ser dagirkirina welatê xwe sekinî ku Îsraîlê di sala 1982yan da welatê wî jî dagir kir. Partiya Sosyalîst a Nûjenîxwaz di siyaseta Lubnanê da cihekî wê yê girîng heye. Serokê Partiyê Welîd Canbolat jî daxuyand ku ew piştgirê Ukraynayê ne. Bi vî hawî Hizbullah ne tê da, Lubnanê bertekeke tund nîşanî dagirkirina Ukraynayê da.

Mînanî helwesta Lubnanê rayedarên Iraqî jî helwestek nîşan dan û kirinên ku li dijî welatê wan hat kirin, wekî referans nîşan dan û gotin ku ya Rûsya tîne serê Ukraynayê, nayê qebûlkirin. Ji aliyê din va Iraqê jî di aboriyê da piştgirî da ambargoya Rojavayê û biryar dan. Ji welatên Ereb ên herêmê di vê mijarê da tu deng derneket.

- Welatên herêmê yên Ereb nînin

Dema meriv li welatên herêmê yên Ereb nînin mêze dike dibîne ku Tirkiye û Îsraîl li cem Ukraynayê ne lê polîtîkaya bêalîtiyê ku Rûsyayê jî pişt guh nake, dimeşînin. Îsraîl a ku li Ukraynayê xwedî nifûseke zêde ya Mûsewiyan e di hemû daxuyaniyên xwe da li ser yekîtiya axa Ukraynayê disekine û di parastinên xwe da eleqeyê bi Rûsyayê nake û alîkariyên mirovahî û nexweşxaneyên sehrayê jî ji herêmê ra şand.

Tirkiyeya ku ji bo navbeynakeriyê hewl dide û derdikeve pêş û herî dawîn jî wezîrên karên derva yên herdu welatan li Antalyayê anî cem hev li ser yekîtî û serdestiya Ukraynayê disekine û di heman demê da jî xalên Peymana Montroyê ji bo Tengavan kir rojevê. Tirkiyeyê jî alîkariyên mirovahî û nexweşxaneyên sehrayê şand herêmê û heya ji dest jî tê polîtîkaya hevsengiya disepîne ku bila têkiliyên bi Rûsyayê ra jî serobin nebin. Ji welatên herêmê yên Ereb nînin yek jî Îran e û ew jî Amerîka û NATOyê sedema vê qeyranê dibîne.

Di encamê da welatên li herêmê bi navbeynkariya Sûriye û Lîbyayê piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetan li hemberî Rûsyaya ku dixwaze careke din hikûm bike û hemberî Amerîkayê polîtîkaya hevsengiyê disepînin. Ji welatên Rojhilata Navîn gelekên wan ji ber têkîliyên bi Rûsya û Ukraynayê yên di qada neft, xaza siruştî, turîzm û sektora xurekê da hene, zirar dîtin.

***

[Prof. Dr. Cengiz Tomar, li Zanîngeha Tirk-Qazak a Navneteweyî ya Ahmet Yesevî Wekîl Rektor e.]

*Fikr û ramanên di meqaleyê da aîdê nivîskar in û dibe ku gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nebin

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın