Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Îro rojbûna kurê min e lê mixabin ku ev 9 sal e em rojbûna wî nikarin pîroz bikin"

Ahmet Kaplan  | 01.05.2021 - Rojanekırın : 06.05.2021
"Îro rojbûna kurê min e lê mixabin ku ev 9 sal e em rojbûna wî nikarin pîroz bikin"

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê çalakiya ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin ji ber qedexeya derketina derva ya ji bo tevdîrên Kovîd-19ê li otêlê didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 607an da dewam dike.

Malbat ji ber sînordarkirina derketina derva ya ku dê heta 17ê gulanê roja duşemê saet 05.00ê dewam bike li otêla lê dimînin çalakiya xwe didomînin.

Lokman Çîftçiyê ku ji bo kurê xwe Emîrcan çalakiyê dike got ku kurê wî 9 sal berê di 14 saliya xwe da ji hêla HDP û PKKya rêxistina terorê va hat revandin.

Çîftçî got ku hesreta kurê xwe dikşîne û wiha axivî: "HDP vê êşê bi me dide kişandin û hê jî em dikşînin. Em biryardar in ku çalakiya xwe bidomînin."

Çîftçî got ku îro rojbûna kurê wî ye û axaftina xwe wiha domand:

"Ez hem kêfxweş hem jî xemgîn im. Rojbûna kurê min e lê mixabin ku ev 9 sal e em rojbûna wî nikarin pîroz bikin. Em bi hesret li benda wê rojê ne. Bila êdî kurê min vegere mala xwe, ev hesrat xilas bibe. Hemû zarokên wir ewladên me ne. Ez bangî we hemûyan dikim, vegerin mala xwe. Ew der cihê we nîne."

Diyar Bîçerê çalakî dike jî got ku HDPyiyan di sala 2015an da xwîşka wî Gulcan revandin çiyê.

Bîçer behs kir ku ji ber şewbê çalakiya xwe li otêla ku lê dimînin didomînin got ku "Êdî bes e, bila dê û bav negirin. Bila herkes rûyê rastîn ê HDPyê bibîne, zarokan dibe û diş,ne Qendîlê. Ji ber ku milê wê di milê PKKyê da em HDPyê şermezar dikin."

Bîçer bangî eta xwe Gulcanê kir ku teslîmê hêzên ewlehiyê bibe.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın