Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Înşelah ewladê herkesî dê were"

Songul Altintaşa dayik:"Înşelah ewladê herkesî dê were. Ez bangî hemû malbatan dikim, bira werin zarokên xwe bixwazin"

08.07.2020 - Rojanekırın : 09.07.2020
"Înşelah ewladê herkesî dê were"

Diyarbakir

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 310emîn.

Dayik Songul Altintaşa ku di çalakiya rûniştinê da beşdar e, diyar kir ku heta ew kurê xwe Muslum hilnede, ew ê çalakiya xwe bi dawî neke.

- "Înşelah ewladê herkesî dê were"

Altintaşa dayik wiha axivî "Ez kurê xwe ji PKKyê, ji HDPyê dixwazim. Malbateke din jî gihîşt ewladê xwe. Em hemû zehf şa bûn. Înşelah dê yên me jî werin, em ê jî şa bin. Înşelah Rebê min dê me jî şa ke. Ez bangî hemû malbatan dikim, bira werin zarokên xwe bixwazin."

- "Em bi hêvî li benda zarokên xwe ne"

Tahir Çiftçiyê ku ji bo keça xwe Ozlem ku 2 sal berê gava 11 salî bû ji goma Guvenli ya gundê Çatalcaya Şemdînliya Hekariyê hat revandin, di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bibe serî.

Çiftçi wiha axivî, "HDP nebûya ev zarok nediçûn çiyê. HDPyê zarokên me xapandin û birin çiyê. Keça min 11 salî bû. Em bi hêvî li benda zarokên xwe ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.