Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayîkên Diyarbekirê dewam dikin

Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayîkên Diyarbekirê ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dikin

Önder Beyter  | 17.11.2019 - Rojanekırın : 18.11.2019
Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayîkên Diyarbekirê dewam dikin

Diyarbakir

Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayîkên Diyarbekirê ku 3yê îlonê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dikin.

Serokê Federasyona Qereteyê ya Tirkiyeyê Esat Delihasan ku di çarçoveya Şampiyonaya Qereteyê ya Tirkiyeyê ya Hêvî, Ciwan û 21 Salan Piçûktir ku li Diyarbekirê bi rê va diçe da hat bajêr, ligel qederek werzişvanî çû ziyareta malbatên ku li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û piştevaniya xwe ya ji bo wan anî ziman.

Delihasan di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew, êşa malbatan parve dikin û lewma jî ew hêvî dikin ku dayîk dê bigihîjin zarokên xwe û wiha dewam kir:

"Em hêvî dikin ku ev berxwedana li vê derê ya dê û bavan, ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê herwisa dê ji bo hemû dinyayê bibe nimûne da ku zarok bi miemeleyên bi vî rengî ra rûbirû nebin. Em hêvî dikin ku dê zarokên xwe bi awayekî tendurist hembêz bikin û dê careke din bêhna wan bikişînin kezeba xwe. Em hatin vê derê û em mîna ku êşa ewladên xwe hîs bikin, em hestên van malbatan hîs dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.