Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayikên Diyarbekirê dewam dikin

Ahmet Kaplan  | 19.06.2021 - Rojanekırın : 20.06.2021
Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayikên Diyarbekirê dewam dikin

Diyarbakir

 Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayikên Diyabekirê yên seba zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiyê rûniştinê dimeşînin dewam dike.

Çalakiya dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin di roja 656an da dewam dike.

Teşkîlata bajêr, Abîdîn Çaglayanê Serokê Bajêr ê AK Partiyê yê Karamanê û Murat Ozturkê Serokê Navçeya Navend a AK Partiyê jî di nav da ji bo piştgiriyê çû ziyareta dayikên Diyarbekirê.

Çaglayan piştî ziyaretê daxuyanî da û diyar kir ku li dijî rêxistina terorê li cem dayikên dizanin ku zarokên xwe ji ku bixwazin, disekinin.

Çaglayan wiha axivî: "Eva berxwedana me gelekî kêfxweş dike. Lewra malnîşana zarokan û çi jê tê xwestin eşkere ye. Dayik ji vê derê ewladên xwe dixwazin. Rêxistina 40 sal e xuna 10 hezar welatiyên me rijand, înşaellah ew ê bi berxwedana dayikan û baweriya wan ji holê rabe."

Çaglayan destnîşan kir ku êdî ne ji Diyarbekirê ne jî ji ciyekê din nikarin ji PKKyê ra elemanan bibînin, herêm gihîşt hizûr û ewlehiyê û wiha pê da çû:

"Em destê dayikan radimûsin. Înşaellah welatê me yê di demeke kin da ji terorê û piştgirên terorê xilas bibe. Têkoşîna dayikan carekê dîsa rûyê reş ê HDPya şaxa siyasî ya PKKya rêxistina terorê rayê da. Helwesta biryardar a dayikan di têkoşîna dijî terorê da gelekî girîng e. Dayikên dilşewat ên hesreta zarokan mane motîvasyoneke baş dan têkoşîna dijî terorê. Em bawer dikin ku têkoşîna dijî terorê bi yekîtî, bihevrabûnê û helwesta van dayikan va ew ê bigihêje serfiraziyê."

Malbatên li nobeta ewladan dirûşmeyên dijî HDPyê û PKKya rêxistina terorê gotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.