Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Solmaz Ogrunç: Kurê min were û teslîmî edaletê bibe

Nurten Aslan  | 16.09.2021 - Rojanekırın : 17.09.2021
Solmaz Ogrunç: Kurê min were û teslîmî edaletê bibe

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina zarokên xwe yên bi serê çiyê va HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 745an da dewam dike.

Solmaz Ogrunç a ji bo kurê xwe Baranê ku 5 sal berê hêj 15 salî li Wanê hatibû revandin got ku ew ewladê xwe ji HDPê dixwaze.

Ogrunç destnîşan kir ku ew bi salane hesretê kurê xwe ye û çavê wê li rêya ewladê wê ye û wiha domand: "Êdî bes e em zarokên xwe dixwazin. Baran kurê min bi salane ez li pey te digerim. Vegere were ewder cihê te nîne. Hevalên te vegeriyan tu jî vegere. Bila Baran, Yusif û Ceylan êdî nemirin. Kurê min were û teslîmî edaletê bibe."

Fadîme Aksu ya ji Kocaeliyê bo kurê xwe Eren hat û tevlî çalakiyê bû jî got ku wê kurê xwe ji bo kirîna nan şandibû derva û ew careke din venegeriya.

Aksuyê destnîşan kir ku dê û bavên di nobetê da çavê wan rêya vegera ewladên wan e perîşan bûn û wiha pê da çû: "HDPê kurê min xapand, PKKê jî ew bir. Nexweş bû tedawiya wî dewam dikir lê niha nîvcû maye. Kurê min vegere were, 6 sale min tu xeber jê hilnedaye. Êdî taqeta min nemaye."

Aksuyê jî bangî ewladê xwe kir ku bila were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.