Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Tirkan Mutlu: "Her zarokê tê qewet û hêviya me zêdetir dike. Înşeallah em ê jî mîna dayikên din ewladên xwe hildin."

Abdullah Tel  | 27.09.2020 - Rojanekırın : 28.09.2020
Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê nobeta ku li ber avahiyê Serokatiya HDPyê ya Bajêr a Diyarbekirê ji bo zarokên wan ên revandine çiyê li wan bên vegerandin, dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiyê partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 391î.

Turkan Mutluya ji bo qîza xwe Ceylan Tekîna ku revandine çiyê ji Bursayê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye got ku ew 7 sale qîza xwe nabîne û dixwaze bigîhîje qîza xwe û wiha pê da çû: "Înşeallah ez ê qîza xwe hildim û biçim."

Mutluyê destnîşan kir ku heta niha HDPê der barê zarokên wan da tu daxuyanî neda û wiha pê da çû: "Sala çalakiya me qediya û di vê heyamê da ez bi tenê 5 caran çûm mala xwe. Ez ê dev ji çalakiya xwe bernedim. 17 dayik gihîştin mirazê xwe. Bi îzna Xwedê ez ê bibim ya 18mîn. Her zarokê ku tê qewetê dide me û hêviya me zêde dike. Înşeallah em jî mîna dayikên din bigihîjin ewladên xwe. Bila tu dayîk negirî û hêstiran nebarîne û tu zarok jî li serê çiyê nemîne. Heyata ewlada min 7 sale ku li serê çiyê di şikeftan da derbas bûye."

- "Me tune dihesibînin"

Mutluyê bal kişand ser çalakiya li pêşiya avahiya HDPê didomînin û got: "Ji bo heywanan heq heye lê ji bo me tuneye. Ev 2 salin em li vê derê ne û ew (HDP) nehatin û tu daxuyanî ji bo nedan. Me nabînin û tune dihesibînin. Bese bila destê xwe bidin ser wîcdana xwe û me bibînin."

Solmaz Ovunça ji bo Baranê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya wî da hat revandin ji Wanê hat beşdarî çalakiyê bû. Ovunçê diyar kir ew ewladê xwe ji HDPyê dixwaze.

Ovunçê lenet li PKK û HDPê anî û got: "Em li pêşiya wê partiya ku zarokên me ji me revandin sekinîne. Parlementerên wan di deriyê pêşîn da dikevin hundir û di yê paşîn da jî derdikevin. Tu daxuyanî nadin me. Bila ew destên xwe yên qirêj ji ser ewladên me bidin alî. Heke bi wan ra qasî serê derziyê wîcdan hebe wê bên û daxuyanî bidin me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.