Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Songul Altıntaşa dayik: "Ewladê hin dayikan hatin, ên me jî dê werin înşelah"

16.02.2020 - Rojanekırın : 17.02.2020
Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Diyarbakir

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 167emîn.

- "Êdî bes e bira rondikên dayikan bisekine"

Fatma Bingol ku ji wan dayikan e, di sir û seqema zivistanê da çalakiya rûniştinê didomînin, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew dixwazin bigihîjin ewladên xwe.

Bingolê diyar kir ku ev 167 roj e ew li ber avahiya HDPyê li benda zarokên xwe ne û wiha dewam kir, "Hemû malbat bibiryar in, heta em zarokên xwe hilnedin em ê ji vê derê neçin. Bira êdî zarokên me bidin me. Bira êdî zarokan nebin çiya, êdî bes e bira xwîn û rondikên dayikan bisekine"

Bingola ku bertek nîşanî HDP û PKKyê da, wiha got, "Ahê van dayikan dê ji wan ra nemîne. PKK dê di hêstirên van dayikan da bixeniqe. Zarokên wan di nivînên germ û nerm da radizin, lê yên me serê çiya li ber sermayê dimînin. Înşelah ew ê di hêstirên me da bixeniqin. Rondikên van dayikan dê tu tune neçe."

Bingolê herwiha bangî ewladê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha got, "5 sal e psîkolojiya min xirab bû, ez nikarim razêm."

- "Heger ewladê min were dil û hinavê min dê germ be"

Songul Altintaşa dayik jî diyar kir ku kurê wê 5 sal berê bi destê rêxistina terorê PKKyê hat revandin.

Altintaşê bal kişand ku ew bibiryar in ku çalakiya xwe bidomînin û wiha dewam kir:

"PKK ji hev dikeve, înşelah dê dawiya wê were. Ewladê hin dayikan hatin, ên me jî dê werin înşelah. Ewladê me dê were û em jî bi dilê xwe li dawîbûna wan temaşe bikin. Xwedê heqê me ji vê PKKyê ra nehêle. Li vê derê bi ser me da berf dibare, lê dil û hinavê me bêtir cemed girtiye. Heger ewladê min were dil û hinavê min dê germ be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.