Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeda dayîkên Diyarbekirê ya ji bo ewladên xwe 70 roj e dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê bi îdiaya zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya dabûn destpêkirin, dewam dike.

Önder Beyter  | 11.11.2019 - Rojanekırın : 12.11.2019
Nobeda dayîkên Diyarbekirê ya ji bo ewladên xwe 70 roj e dewam dike

Diyarbakir

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê bi îdiaya zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya Serokatiya Parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, 70 roj e dewam dike.

Dayîkên ku di destê wan da bi wêneyên zarokên xwe çalakiya rûniştinê didomînin, bi dilşewitî li bendê ne ku zarokên wan li wan vegerin.

Sevdet Demira dayîk ku ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku kurê wê Fatîh 4 sal berê dema li navçeya Hênêyê di firinê da dişxulî, hat revandin.

Demirê ji bo ku kurê wê lê vegere, daxwaza piştevaniyê kir û wiha xeberda, "70 roj e li vê derê me, ez biryardar im heya kurê min neyê ez ê ji vê derê neçim."

Demirê bangî dayîkên ku zarokên wan hatine xapandin û çûne serê çiya wiha got, "Li malê negirîn, werin vê derê bira hemû dinya we bibîne. Werin zarokên xwe bixwazin. Ciwanî û xeyalên zarokên me dizîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.