Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Nexweşim û heke ez bimirim jî bila li vir bimirim"

Dayik Hamdiye Aslan: Heta kurê min neyê ez ji vê derê naçim. Nexweşim û heke ez bimirim jî bila li vir bimirim."

22.01.2020 - Rojanekırın : 23.01.2020
"Nexweşim û heke ez bimirim jî bila li vir bimirim"

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê yên dixwazin bigihîjin zarokên xwe nobeta xwe ya li ber derê Serokatiya Wîlayetê ya HDPê dabûn destpêkirin bi hêvî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ku di 3ê Îlona sala 2019an da ji ber îdiaya HDPê zarokên wan bi xapandin revandiye serê çiyê, dest pê kiribûn ev 142 roj in dewam dike.

Hamdiye Aslan a ku rahêştiye wêneya zarokên xwe û mîna dê û bavên din di bin sir û seqemê da çalakiya xwe didomînin û li benda wan sekinîne got ku ew jı bo kurê xwe Mahmut tevlî çalakiyê bû û wiha pê da çû: "HDPê kurê min revand û ez ji HDPê kurê xwe dixwazim. Bi qedrê Xwedê bikin bihêlin bila zarokên me vegerin malên xwe. Wan em perîşan kirin. Ez ji konê şalakiyê naçim. Heta kurê min neyê ez ji vê derê naçim. Ez nexweşim, bimirim jî ez ê li vê derê bimirim."

Dayik Aslan di bangewaziya xwe da ji kurê xwe xwest ku bila were.

Şehmus Kaya jî bibîr xist ku tevlî xanima xwe ew 142 rojin di çalakiyê da cih digirin û wê biryardariya wan dewam bike.

Kaya destnîşan kir ku tu ferqa HDPê û PKKê tuneye û wiha pê da çû: "Kurê min di destê wan da ye. Em heta dawiyê li vana neynin ji vê derê naçin. Bila di vê mijarê da fikara tu kesî tunebe û em bi biryar in."

Di axaftina xwe da Kaya ji malbatên zarokên wan bi xapandin hatine revandin piştevanî xwest û wiha dewam kir: "Hemû malbat werin û em zarokên xwe ji destê van zaliman xilas bikin. Werin vê derê, rûnên û piştgiriyê bidin me. Em ji herkesî piştevaniyê dixwazin. Zarokê 10 salî dibin. Tu partiyeke siyasî nîn î, tu partiya zordariyêyî. Tu gefan li milleê dikî. Hesreta kurê min a 5 salan kezeba min peritand. Wek malbat derûniya me hemûyan serobin bû. Bi yek gotina we zarok dikarin bên vê derê. We çawa zarokn birine wisa jî hûn dikarin bînin. Rayên dan we li we heram bin. Ji bo zaliman û zilmê her bijî cehnem."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.