Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Necîbe Çîftçiya ji dayikên Diyarbekirê: "Êdî bes e bira zarên me bidin"

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

05.08.2020 - Rojanekırın : 06.08.2020
Necîbe Çîftçiya ji dayikên Diyarbekirê: "Êdî bes e bira zarên me bidin"

Diyarbakir

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 338an da dewam dike.

Necîbe Çîftçiya ji dayikên bi wêneya ewladên xwe çalakiyê didomînin diyar kir ku 338 roj e di binê kon da guh nadin şilî, berf, herî, havîn û zivistanê têkoşîna xwe didomînin.

Çîftçiyê got ji HDP û PKKyê ewladên xwe dixwazin û wiha pê da çû:

"Bira zarên me bidin me. Em ji wan tiştekî naxwazin, bi tenê zarên xwe dixwazin. Kurekî min revandin çiyê. Paşê kurê min ê bavê 4 zaran jî şehîd kirin. Êdî taqeta min nema. Êdî bes e bira zarên me bidin. Kurê xwe hildim herim mala xwe. Kurê min teslîmî esker û polêsan bibe."

- "Êdî bes e zilma we"

Songul Altintaşa dayik jî dîmenên 6 sal berê dema kurê xwe dişîne esker kişandibû nîşan da û destnîşan kir ku hetanî Muslumê kurê xwe yê terorîstên PKKyî revandin çiyê hilnede ew ê neçe mala xwe.

Altintaşê got ku bi salan e li benda kurê xwe ye û wiha pê da çû: "Ji esker û polêsan çi dixwazin. PKK zarên Kurdan direvîne. Her tim zilm kirine. Êdî bes e, bira kurê min berdin. Dixwazin ser esker û polêsan çi bikin. Êdî bes e we ewqas zilm kir.

Şevket Bîngolê ji bo Tuncayê kurê xwe çalakiyê didomîne jî diyar kir ku 6 sal berê HDPyê kurê wî revand û derxist çiyê.

Bîngol destnîşan kir ku hetanî nika ji ewladê xwe tu xeberek hilneda û got, "12 eydî derbas bûn min kurê xwe nedîtiye. Ez ê ji vê derê ranebim."

Bîngol bangî kurê xwe kir û got dema firsendê dibîne bira ji rêxistina terorê bireve û teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.