Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Necibe Çiftçi: Ez heta kurê xwe ji HDPyê nestînim, ez ê ji vir neçim

Aziz Aslan  | 20.09.2021 - Rojanekırın : 21.09.2021
Necibe Çiftçi: Ez heta kurê xwe ji HDPyê nestînim, ez ê ji vir neçim

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 749emîn.

Necibe Çiftçiya dayik ku ji Şemdînliya Hekariyê hatiye û ji bo kurê xwe Roşat di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku heta ew bigihîje ewladê xwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Çiftçiyê bal kişand ku kurekê wê ji hêla terorîstên PKKyî hat qetlkirin û wiha got, "Ez heta kurê xwe ji HDPyê nestînim, ez ê ji vir neçim. Êdî sebra min nemaye."

Çiftçiyê wiha bangî kurê xwe kir, "Kurê min vegere û teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Êdî bes e."

Rahime Taşçiyê ku ji Qersê hatiye û ji bo kurê xwe Faruk di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku ev 7 sal e wê kurê xwe nedîtiye û dengê wî nebihîstiye.

Taşçiyê wiha got, "HDPyê kurê min xapand û bir da PKKyê. Ez ji HDPyê ewladê xwe dixwazim. Pênûs ji destê kurê min sitandin, çek danê. Bira herkes bibe yek, em van zarokan ji çiyê bidin anîn."

Taşçiyê herî dawî bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.