Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Mêrîkê qîza wî revandine serê çiyê wê dozê veke

Mehmet Laçînê li pêşiya avahiya bajêr a HDPê ya Îzmirê ji ber ku PKKya rêxistina terorê qîza wî revandiye serê çiyê "dest bi nobetê kiriye" wê dozek 2 milyon lire cirm ji HDPê dixwaze, veke

01.07.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
Mêrîkê qîza wî revandine serê çiyê wê dozê veke

Izmir

Mehmet Laçînê ku PKKya rêxistina terorê qîza wî biriye serê çiyê û HDPê berpirsê vê yekê dibîne ji bo doz vekirinê amadehiyan dike.

Laçînê li pêşiya avahiya bajêr a HDPê ya Îzmirê ku ji bo ewlada xwe nobeta dabû destpêkirin didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bibîr xist ku qîza wî Gamze Laçîn di sala 2011î da revandine serê çiyê.

Bavê çav li rêya qîza xwe got ku dema qîza wî xwendina xwe nivcî hişt diçû avahiya HDPê û wiha domand: "Li wê derê hevalên wê jî hebûn. Ji ber vê bûyerê min xalê qîza xwe jî gilî kir. Min texmîn dikir ku wê qîza min bidin HDPê û ji bo vê jî min ew hişyar dikir. Ez bi ser neketim. Ji xwe di ser ra 15 roj derbas nebû û polês hatin mala min û gotin ku qîza te birine serê çiyê. Ji wê rojê heta niha min ji qîza xwe tu xeber hilnedaye."

Laçîn bangewaziya dewletê ya ji bo teslîmbûna terorîstan tê kirin bibîr xist û got ku di bi xêra bangewaziyê hêviya wî ya ji bo qîza wî zêde bû.

Bavê reben ê çavê wî li rêya qîza wî ye ragihand ku ew di vê pêvajoyê da gelek carî çû avahiya HDPê ya li Îzmirê û wiha domand: "Hertim ji min ra digotin netirse wê vegere. Em bi vir û derewên wan hatin û di van rojan da derketin. Herî dawîn sala par dayikeke wêrek çû ber deriyê HDPê û pê kuta û di nav 4 rojan da ewladê xwe hilda. Li ser vê bi hêviyekî em jî hatin pêş avahiya bajêr a HDPê. Ev 9 meh û nîv e ku nobeta min a ji bo ewlada min dewam dike. Ez heta ewlada xwe hilnedim dev ji nobeta xwe bernadim. Ez ê li HDPê ji ber ku di revandina qîza min da pêşiya wan heye dozeke bi cirma 2 milyon lireyî vekim. Kar û xebatên hiqûqî yên hewce dikin me hel kir û di rojên pêş da em ê herin edliyeyê û dewê vekin. Nîşane hene ku qîza min bi destê wan va ji PKKê ra hatiye şandin. Derdê min pere nîne. Bila qîza min bînin mal û milkên min çi hebe ezê bidim wan."

Laçîn got ku wî bi terorîstên teslîm bûne ra xeberdaye û wan jî jê ra gotine ew yan bi hinceta seyranê û yan jî bi hinceta karên demsalî hatine xapandin û derketine serê çiyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.