Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê domand

Necat Hazar  | 26.01.2022 - Rojanekırın : 28.01.2022
Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê domand

Van

 Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin, vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domandin.

Malbatên ku li ser kolana Cumhuriyetê civiyan, dowîzên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Êdî bes e, ji pêsîra me derên", "Zarokên me wê nebin piyonên kesî", "Dayikên Wanî di nobeta ewladan da ne" û "Em zarokên xwe dixwazin", "Çil û çiyan ji gur û teyran ra bihêlin" vekirin.

Malbatan dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê duruşme berz kirin û heta pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê meşiyan, bertek nîşanî endamên partiyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Nazli Sancara dayik ji bo keça xwe beşdarî çalakiyê bû û ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew kul û kedera keça xwe ji bîr nake.

Sancarê diyar kir, di 2012an da Şeymaya keça wê ya 13 salî revandin serê çiyê û wiha dewam kir:

"3 sal em seba ewladên xwe têkoşînê didin. Ez biryardar im, çok venadim. Ez ê paşve gav nevêjim. Em ewladên xwe yên ku me ew anîne dinyayê dixwazin. HDP, PKK me dibîne, lê nayne ser per û baskên xwe. Hemû kar û barên wan ên qirêj êdî derketine holê.

Parlementerek derdikeve çiyê bi terorîstekî ra wêneyê dikişîne. Em 3 sal e vê têkoşînê didin çima parlementerekê HDPyê nayê derdime napirse, nabîne. Ez her roj bi jana ewlada xwe radibim û rûdinim. Şeyma, qîza min heke min dibînî an dibihîzî vegere. Bavê te ji derdê da bi şêrpençeyê ket. Hefteyeke li nexwexaneyê tê dermankirin. Dixwaze te bibîne. Dibêje 'Beriya mirinê Şeymayê bibînim'. Were teslîmî dewleta me be. Ji HDPyê jî ji PKKyê jî natirsim."

- Komeleya Mexdûrên Terorê piştgirî a dayikan

Serokê Komeleya Mexdûrên Terorê yê Bajêr Turan denîz û endamên komeleyê jî malbatên çalakiyê dikin ziyaret kirin û piştgirî dan.

Denîz got ew ê her tim li cem dayikên ji bo milet, welat û alayê serê xwe bilind igrin bisekinin û wiha axivî: "Me bi dayikan ra li Diyarbekirê destan nivîsî. Em bi hev ra li vê derê ji bo welat, namûs, dayik, xuşk û birayên xwe têkoşînê bidin. Em ê her tim li cem dayikên xwe bin. Niha zalimên li avahiya HDPyê ji bo dengê me neyê bihîstin muzîkê hetanî dawiyê vedikin. Em dixwain ev denga were birîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.