Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên PKKê zarokên wan revandiye çalakiya li pêş avahiya HDPyê dane destpêkirin didomînin

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 15.09.2021 - Rojanekırın : 16.09.2021
Malbatên PKKê zarokên wan revandiye çalakiya li pêş avahiya HDPyê dane destpêkirin didomînin

Muş

 Li Mûşê malbatên ku zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê vê hefteyê jî li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê domandin.

Malbatên piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê dan destpêkirin bi armanca bigihêjin zarokên xwe, li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Mûşê pankartên "Partiya neyarê gel", "Hûnê ewladên me bidin", "Çi HDP Çi PKK", "Tirk Kurd bira ne HDP qeleş e", "Partiya Gel Dixapîne" vekirin.

Malbatên ku alayên Tirk û wêneyên zarokên xwe dan destê xwe, li dijî HDPyê durişm berz kirin û bertek nîşanî endamên partiyê dan.

Gulbahar Teker a 65 salî ku di sala 2014an da kurê wê revandine serê çiyê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew 5 mehe li Mûşê beşdarî çalakiya dewam dike, dibe.

Tekerê xwest ku ewladê wê teslîm bibe û wiha domand: "Ez jî wek Ayşegul Bîçerê çalakî dikim. Mimehedê min were û teslîm bibe kurê min ceza tuneye. Ez û birayê te Cuma nexweşin. Heke tu ji dê, bav û birayê xwe hez dikî were û teslîm bibe."

Naciye Sonmez Yildizê jî got ku kurê wê di sala 2015an da dema xwendekar bû bi xapandin hat revandin û wiha pê da çû: "Kurê min hêj zarok bû. Kê sebiyê min xapand û bir Xwedê karê wan li hev neyne. Osman heke dengê min tê te were û teslîm bibe."

Yildizê got ku li Tirkiyeyê mirovahî heye lê li serê çiyê tiştek wisa tuneye û ragihand ku ew kurê xwe bêxwedî nahêlin.

Suheyla Yenîlmez a ku di sala 2015an da qîza wê revandine serê çiyê jî got: "Ez sebiya xwe ji HDPyê dixwazim. Bila sebiya min bidin. Sumeyye ya min heke dengê min tê te û tu saxî vegere lewra ceza tuneye. Were ez li cem te me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın