Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 24.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand İbrahim Yaldız

Muş

 Li Mûşê malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya bajêr a DEM Partiyê domand.

Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn û bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê dan.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe bilind kirin, ji bo qederekê li ber avahiya partiyê çalakiya rûniştinê kir.

Ayten Koçhana ku ji bo kurê xwe di çalakiyê da beşdar e, ji rojnamegeran ra diyar kir ku 10 sal e wê ji kurê xwe xeber nestandiye.

Koçhanê diyar kir ku bi salan e ew li benda vegera kurê xwe ye û wiha got, "Dema têlefon lê dixe, ez şa dibin û dibêjim gelo ji kurê min xeberek hat. Kurê min werin teslîm bibin. Êdî em hew li ber hesreta we teyax dikin."

Halit Altunê ku bal kişand 12 sal e ji kurê xwe xeberê nastîne jî wiha axivî, "Kurê min tu welatiyê Tirkiyeyê yî, ne welatiyê wir î. Werin teslîmî welatê xwe bibin. Xêra wir ji me ra tuneye, vegerin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.