Malbateke din tevlî dayikên Diyarbekirê bû
Diyarbakir
Malbateke din beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê yên li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike, bû.
Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPê berpirsyar dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin û 808 roj e çalakiya xwe didomînin.
Zebûde Oner ji bo qîza xwe Zahîde ya ku 7sal berê li Hekariyê revandibûn serê çiyê hat û beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû.
Dayîk Onerê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew ji bo dîtina qîza xwe du caran çû Iraqê lê ew nîşan nedan.
Onerê ragihand ku ew qîza xwe ji PKK û HDPê dixwaze û wiha domand: "Wan qîza min nîşanî min neda. Min jî biryar da ku ez jî tevlî çalakiyê bibim. Ez qîza xwe ji HDP û PKKê dixwazim. HDPê qîza min bir û teslîmî PKKê kir. Bila qîza min bînin. Heta qîza min neyê wekî hemû dayikên li vê derê ez jî ji vê derê naçim."
Onerê bangî qîza xwe jî kir û jê xwest ku bila were û teslîmî dewletê bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.