Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî nobeda ewladê ya li Diyarbekirê bû

Beyhan Dagyeliya dayik ku ji Bîngolê ji bo kurê xwe Ozan beşdarî çalakiya rûniştinê bû: "HDPyê kurê min bir. Heta kurê xwe hilnedim, ez ê ji vir neçim"

18.11.2020 - Rojanekırın : 19.11.2020
Malbateke din jî beşdarî nobeda ewladê ya li Diyarbekirê bû

Diyarbakir

Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 443yemîn da dewam dike.

Beyhan Dagyeliya dayik ku ji Adakliya navçeya Bîngolê ji bo kurê xwe Ozan ku 6 sal berê dema 22 salî bû ji Stenbolê revandin birin çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Dagyeliyê bi Kurdî û Tirkî diyar kir u ev 6 sal e ew ji kurê xwe cuda ye.

Dagyeliyê wiha xeberda, "HDPyê kurê min bir. Heta kurê xwe hilnedim, ez ê ji vir neçim. Êdî bes e me zarokên xwe ji bo van mezin nekirine. Wan kurê min şandin, ez dizanim. Ozan kurê min were, teslîmî dewleta me bibe."

Ji dayikên beşdarên çalakiyê Esmer Koçê diyar kir ku ew ji bo keça xwe Zubeydeyê çalakiyê dike.

Koçê diyar kir ku wê heta niha tu xeber ji keça xwe hilneda û wiha dewam kir, "Beşdarbûna malbatên nû moral dide me. Lewma jî ez bangî hemû dê û bavan dikim ku werin beşdarî çalakiyê bibin û zarokên xwe ji HDP û PKKyê bixwazin. 40 sal e van zarokên reben dibin çiya û dikujin. Êdî bes e."

Guzide Demirê ku ji bo kurê xwe Aziz ku 4 sal berê gava 16 salî bû, revandin çiyê, di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew ji bo ewladê xwe bibiryar e ku çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "Bira dayik werin û piştgiriyê bidin me."

Demirê bangî kurê xwe Aziz kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.