Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê bû

Sultan Karahana ji bo kurê xwe yê 5 sal berê çûye çiyê beşdarî çalakiyê bû: "Cigera min dişewite. 5 sal in dengê kurê min nehatiye min. Sax e an miriye ez nizanim. Ez kurê xwe dixwazim."

20.02.2020 - Rojanekırın : 21.02.2020
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê ya ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê ya HDPyê ji revandina zarokên xwe yên çiyê berpirsyar dibînin û di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin dewam dike.

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê bû

Sultan Karahan û Mustafa Karahan ên ji gundê Erîmliyê ya li ser Sûra navçeya Diyarbekirê ji bo kurê xwe Mehmet ê 5 sal berê dema ew 19 salî bû revandine çiyê, beşdarî çalakiyê bûn.

Dayika Sultan got kurê wî di sala 2015an da ji gund derket ku here bixebite û ji wê rojê pê va tu xeber ji wî nehatiye.

Karahanê got ew ji bo ku bigîhîje kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye û wiha axivî: "Cigera min dişewite. 5 sal in dengê kurê min nehatiye min. Sax e an miriye ez nizanim. Ez kurê xwe dixwazim. Îmana we, wîcdana we tune? Kurê min dibin min."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın