Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Mehmet Sıddık Kaya  | 12.05.2022 - Rojanekırın : 13.05.2022
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû ku bi hêviya bigihîjin ewladên xwe malbat li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandinrevandine serê çiyê HDPê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 983yemîn e ku çalakiya wan dewam dike.

Mîrza Guneş ku ji Mûşê hat û ji bo kurê xwe Mahsun beşdarî çalakiya rûniştinê bû ku 8 sal berê dema 17 salî bû, revandine çiyê.

Guneş di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, ewladê wî çûbû Îzmirê xebatê û ji wê şûnda wan jê xeber nesitand.

Guneş bal kişand ku ew nizane kurê wî li ku ye û heta niha wan qet xeber nedaye û wiha got, “Ez ji bo kurê xwe hatim. Birine çiyê. Ewladê min bira were û teslîm bibe. Ez ê ji bo kurê xwe heya dawiyê di çalakiyê da beşdar bim.”

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.