Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Ahmet Kaplan  | 19.01.2022 - Rojanekırın : 21.01.2022
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê bû ku dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihîjin ewladên xwe li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê bi biryardayî didomînin, bû.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 870yemîn e ku çalakiya wan dewam dike.

Kandile Yureka dayik ji Qersê beşdarî çalakiya rûniştinê bû ku kurê wê Yahya di 2014an da gava 14 salî bû, hat revandin.

Yurekê diyar kir ku ev bi qasî 8 sal e ew ji kurê xwe xeberê nastîne û bal kişand ku ew ê ji bo kurê xwe heya dawiyê çalakiya xwe bidomîne.

Yurekê wiha xeberda, "Kurê min vegere, ciyê te mala te ye. Ez ewladê xwe ji HDPyê dixwazim. Bira zarokên me bidin. Ew berpirsê revandina kurê min in, ne kesên din."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.