Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

03.07.2020 - Rojanekırın : 04.07.2020
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 305an da dewam dike.

Aynur Panaya ji Bazîda navçeya Agiriyê hat û ji bo Emrahê kurê xwe yê 10 sal berê di 13 saliya xwe revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku dayikên ji bo zarên xwe çalakiyê dimeşînin di televizyonê da dît û ji bo bigihîje kurê xwe biryar da û beşdarî çalakiyê bû. Panayê destnîşan kir ku tu xeberekê ji kurê xwe hilnade, ji tirsa ku zarên wê yên din jî bixapînin birevînin mala xwe barî Stenbolê kir. Panayê got bi salan e êş û jana kurê xwe dikişîne.

Panayê wiha got: "HDP kurê min ji kurê tîne bira bîne. Ez ji wan kurê xwe dixwazim, tiştekê din naxwazim. Kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Ma ez ê xêncî HDPyê ji kê bixwazim? Pirsgirêk HDP ye, kesekê din nîne. Hetanî ewladê min neyê ez dev ji çalakiyê bernadim. Em dixwazin ku zarên me paşda bişînin."

- "Cigera Kurdan dax kirin"

Songul Altintaşa dayik jî got PKKyê 6 sal berê kurê wê revande çiyê. Altintaşê destnîşan kir ku ew ê çalakiyê bidomînin û wiha pê da çû: "

"300 sal jî derbas bibe em ê dev jê bernedin. Hetanî ewladê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Ez ji PKKyê kurê xwe dixwazim. Çi heqê wan heye ku zarên me dibin û paşê nadin. Ji Kurdan çi dixwazin? Ma tiştên anîn serê Kurdan têra wan nakin? Koka Kurdan qelandin. Cîgera wan dax kirin. Êdî bes e bira dev ji zalimtiyê berdin. Ewladê her kesî bidin. Êdî van malbatan bibînin. Zarokan berdin, kesek ji we tiştekê din naxwaze."

Omer Tokayê ji bo Mehmetê kurê xwe çalakiyê didomîne jî got, "Ez ê hetanî dawiyê dewam bikim. Hetanî kurê xwe ji PKK û HDPyê nestînim ji vir naçim. Em ji bo ewladên xwe li vê derê ne. Heke wan zarên me nerevandina em ê çima bihatina vê derê. Em bi tenê zarên xwe dixwazin."

Tokay bangî kurê xwe kir ku bira teslîm bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın