Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Dayikên Diyarbekirê yên dixwazin bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê û bi vê armancê jî li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya dane destpêkirin bi biryardarî didomînin.

Mehmet Sıddık Kaya  | 26.01.2022 - Rojanekırın : 27.01.2022
Malbateke din beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê yên dixwazin bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê û bi vê armancê jî li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya dane destpêkirin bi biryardarî didomînin.

Malbatên di çalakiyê da ne HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine çiyê û ji bo vê jî di 3yê îlona 2019an da dest bi nobeta ewladan kirin Û 877 roj e çalakiya xwe didomînin.

Metîn Çelikê ku ji Balîkesîrê hatiye ji bo kurê xwe Erdalê ku sala 2008an revandine çiyê, beşdarî çalakiya nobeta ewladan bû.

Çelik ji rojnamevanan re got ku 14 sal e bi hisreta kurê xwe ye û wiha got, "Ji 2008an ve ez xeberê ji kurê nastînim. Ez kurê xwe dixwazim. Heta kurê min were ezê li vêderê bim. Dêya wî nexweş e di nava livînan de ye. Em bi şev û bi roj fikarê kurê xwe dikin."

Çelik bangawazî li kurê xwe kir ku xwe teslîmî hêzên ewlekariyê bike û wiha got, "Erdal were xwe teslîmî dewleta xwe bike. Dêya te ji qehran re nexweş ketiye, em her tim fikara te dikin. Zêdetir vê qehrê bi me ne de kişandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın