Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin birine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û malbateke din jî beşdarî çalakiyê bû.

Abdullah Tel  | 17.09.2020 - Rojanekırın : 18.09.2020
Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û malbateke din jî beşdarî çalakiyê bû.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3yê îlona 2019an pê va çalakiya rûniştinê dikin. Ji Hatayê Hatîce Temur jî seba Îbrahîmê kurê xwe beşdarî çalakiyê bû.

Temurê diyar kir ku kurê wê di sala 2017an da ji alî HDPyê va hat xapandin û wê jî dema di têlevizyonê da Dayikên Diyarbekirê dît xwest tevlî wan bibe û dengê xwe bi wan ra bilind bike.

Dayika hesreta ewladê xwe destnîşan kir ku ew heta ewladê xwe negire ji pêşiya avahiya HDPê venaqete û wiha domand: "Min di têlevizyonê da dayikên li pêşiya avahiya HDPyê çalakiyê dikin, dît. Min got ku heke ez jî herim cem wan dibe bigihîjim ewladê xwe. Ez jî ewladê xwe ji HDPyê dixwazim. Heta kurê min neyê ez ji vê derê naçim. Ez ji bo ewladê xwe hatim Diyarbekirê."

- Dixwaze kurê wê teslîm bibe

Temurê bangî kurê xwe jî kir û got: "Ji bo Xwedê were ez te bibînim. Min ji te ra cil û berg kirî û ew wisa daliqandî ne. Were ez ê te bizewicînim. Bireve ji wan û were teslîmî hêzên ewlehiyê bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.