Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Lijneya TÎHEKê dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Aziz Aslan  | 21.10.2021 - Rojanekırın : 22.10.2021
Lijneya TÎHEKê dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Diyarbakir

 Heyeta Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK) Dayikên Diyarbekirê yên ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê nobetê didomînin, ziyaret kir.

Malbatên zarokên wan revandine serê çiyê û HDPyê berpirs dibînin ji 3ê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe didomînin û 780 roj e ku li benda zarokên xwe ne.

Endamê lijneya TÎHEKê Harun Mertoglu, pisporê mafên mirovan û wekheviyê Dr. Ertugrul Yazar, alîkarên pisporan Oktay Alkan û Salih Gunay û pispora xizmetên civakî Şeyma Gundur wek şandeyek hatin cem dê û bavên ji bo ewladên xwe di nobetê da ne û bi wan ra sohbet kirin.

Heyetê destnîşan kir ku dewlet ji her aliyî va li cem malbatan cî digire û hêvî dike hemû malbat bigihîjin ewladên xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.