Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, li pêşiya DEM Partiyê çalakiya xwe domand

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.

Malbat bi hêviya ku bigihêjin zarokên xwe, her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe didomînin.

Dê û bavên ku ji bo vegera zarokên xwe hêvîdar in, pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsar in, vekirin.

Malbatan bi wêneyên zarokên xwe va bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Naciye Sonmeza dayik ji mensûbên çapemeniyê ra got ku ew ji bo domandina çalakiyê biryardar in.

Yildizê xwest ku kurê wê teslîm bibe û wiha dewam kir, "Ez dayika Osman im. Her tişt pir xweş bûye. Rêya we jî vekirine, werin teslîm bibin. Em li benda we ne. Li her derê çavê min li rêya kurê min e. Êdî bes e. Gelek kes hatin û teslîm bûn, tu jî vegere."

Halît Altunê bav jî got ku ew ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bû û wiha got, "12 sal berê kurê min dibistan dixwend û PKKya rêxistina terorê ew bir. Hemû dinyayê dengê me bihîst, mixabin ew xwe li kerrîtiyê datînin. Em zarokên xwe dixwazin, wekî din tu daxwazeke me tuneye."