Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Hekariyê malbatên zarokên wan revandine çiyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Sayim Harmancı, Hikmet Temeş  | 22.10.2021 - Rojanekırın : 24.10.2021
Li Hekariyê malbatên zarokên wan revandine çiyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Hakkari

 Li Hekariyê malbatên PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine çiyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe vê hefteyê jî domandin.

Malbatên li Kolana Cumhuriyetê kom bûn bi pankartên dabûn destê xwe yên wekî "Dayikên Diyarbekir, Şirnex, Hekariyê ewladên xwe ji HDPyê dixwazin" û wêneyên ewladên xwe va hetanî pêşiya avahiya HDPyê meşiyan.

Malbatên di hefteya 19an da bertek nîşanî HDP û PKKya rêxistina terorê dan li vê derê qasî demekê çalakiya rûniştinê kirin û hewl dan ku dengê xwe bigihînin zarokên xwe.

Leyla Çîftçiya ji bo tiyê xwe yê revandine çiyê çalakiyê dike li ser navê komê daxuyanî da û got dixwazin ku her kes rûyê rêcistinê yê rastî bibîne.

Çîftçiyê got wekî dayikên diLşewat dibêjin ku mafê jiyanê yê ewladên wan ên li çiyê heye û zarokên xwe ji HDPyê dixwazin û wiha pê da çû:

"Em ji dil û can bawer dikin ku li hemberî têkoşîna em ji bo ewladên xwe didin ew ê têk herin. Di nobetên ewladan da em li terorê lenetê tînin û dibêjin ku vê mexdûriyetê bi dawî bikin. PKKyê bide der, dayikê bi ser bikevin. Dema PKKya kujer bide der êdî dayikên negrîn, xunê nerije û mirinê bisekine. Em ji vê derê bang dikin. Em bangî her kesên bi xwe li vê derê nînin lê dilê wan bi me ra ye ra dibêjin werin tevlî me bibin, piştgiriyê bidin da ku em doza xwe ya mafdar mezin bikin bi zarokên xwe ra bijîn."

Malbatan li dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê dirûşme gotin û paşê belav bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın