Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Hekariyê malbatên zarokên wan revandine çiyê li pêşiya HDPyê çalakî kirin

Sayim Harmancı  | 19.11.2021 - Rojanekırın : 22.11.2021
Li Hekariyê malbatên zarokên wan revandine çiyê li pêşiya HDPyê çalakî kirin

Hakkari

 Li Hekariyê malbatên PKKya rêxistina terorê ewladên wan revandiye çiyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe vê hefteyê jî domandin.

Malbatên mexûrê terorê li Kolana Cumhuriyetê kom bûn bi pankartên li ser "Dayikên Diyarbekir, Şirnex, Hekariyê ewladên xwe ji HDPyê dixwazin" hatibûn nivîsandin û wêneyên ewladên xwe va hetanî pêşiya avahiya HDPyê meşiyan.

Malbatan di hefteya 21ê ya çalakiya xwe da bertek nîşanî HDPyê û PKKya rêxistina terorê dan, ji bo dengê xwe bigihînin ewladên xwe çalakiya rûniştinê kirin.

Leyla Çîftçiyê li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê û dengê xwe bigihînin wan li vê derê kom bûn.

Çîftçiyê got dev ji çalakiyê bernadin û û ji bo dengê xwe bigihînin Tirkiyeyê qêrîn û gazinan dikin û wiha pê da çû:

"Di serî da gelê Hekariyê û Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bira êdî hişyar bibe. Bira rûyê rastî yê PKKya rêxistina xayîn û taşeronên wê bibîne. Werin, netirsin, bi hev ra tevbigerin. Em bi hev ra ewladên xwe çiyê daxin. Bawer dikim ku bi saya dayikên dengê xwe bilind dikin va em ê ewladên xwe yên di destê rêxistina terorê da xilas bikin. Dayikên dilşewat bi tenê dibêjin ku wekî hemû zindiyan mafê jiyanê yê ewladên me yên li çiyê jî heye. Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin."

Malbatan dirûşmeyên dijî HDPyê û PKKya rêxistina terorê berz kirin û belav bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın