Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Kamile Kuçukdag: Çi çaxê ewladê me were wê çaxê eyda me ye

Kamile Kuçukdag: "Çi çaxê ewladê me were wê çaxê eyda me ye. Kurê min heke tu min dibînî û dengê min digihêje te nesekine, were û teslîm bibe."

22.05.2020 - Rojanekırın : 23.05.2020
Kamile Kuçukdag: Çi çaxê ewladê me were wê çaxê eyda me ye

Diyarbakir

 Nobeta dayikên Diyarbekirê ya li ber Serokatiya Bajar a HDPyê dan destpêkirin ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan bên vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin ket roja 263yemîn.

Kamîle Kuçukdag a ji Seyhana navçeya Edeneyê bo kurê xwe Engînê 5 sal berê hêj 15 salî bi xapandin birine serê çiyê, hatibû û beşdarî çalakiyê bûbû got ku ewladê wê li cem nîne û ew jî kêfxweş nîne.

Kuçukdagê destnîşan kir ku di eydiyan da derd û kesera wan a ji ber ewladên wan zêdetir dibe û wiha pê da çû: "Ji bo me eyd û erefat tuneye. Ji bo me eydanî û kêf tuneye. Çi çaxê ewladên me werin ewê ji bo me jî bibe eyd."

Dayika bi derd û keser a çavê wê li rêya ewladê wê ye got ku heta zarokên wan neyên ew dev ji çalakiya xwe bernadin.

- "Derdê kezebê pir zor e

Suleyman Aydinê ji navçeya Sûrê bo kurê xwe Ozkanê 5 sal berê hêj 15 salî revandine serê çiyê beşdarî çalakiyê bûye jî diyar kir ku ew heta negihêje ewladê xwe wê nobeta xwe bidomîne.

Aydin destnîşan kir ku ew dixwazin zarokên wan vegerin û wiha domand: "Parlementerên HDPê mîna em ne li vê derê bin tevdigerin. Di deriyê pêşîn da dikevin avahiyê û di deriyê paşiyê da jî direvin û diçin. Kanê hûn nûnerê miletê Kurd bûn. Ev 5 sal e ji zarokên me tu xeber nayê. Qet bi we ra wîcdan tuneye. Heke bi rastî hûn nûnerê miletê Kurd in werin cem me û zarokên me ji rêxistina terorê bixwazin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Aydin got ku ew heta ewladên xwe nebin dev ji çalakiya xwe bernadin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.