Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ji dayikên Diyarbekirê du malbatên din gihaştin ewladên xwe

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: "Ji dayikên Diyarbekirê du malbatên din bi xebata hevpar a Cendirme û Ewlehiya me, bi israr û inyada xwe zarokên xwe ji nav lepê rêxistina terorê derxistin. Wêrekiya dayikan dê PKK û hemû rêxistinên terorê hilweşîne."

Ömer Olcay  | 02.07.2022 - Rojanekırın : 02.07.2022
Ji dayikên Diyarbekirê du malbatên din gihaştin ewladên xwe

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku ji dayikên Diyarbekirê du malbatên din gihaştin ewladên xwe.

Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku di encama xebatên qanîkirinê yên ku bi kordîneya Wezareta Karên Navxweyî ji hêla Midûriya Ewlehiyê ya Giştî ya Erzincanê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan va hatin kirin da 2 mensûbên rêxistina terorê yên ku ji PKK/KCKya rêxistina terorê reviyan teslîmê hêzên ewlehiyê bûn.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku dayika A.Tyê endamê rêxistinê yê teslîm bû di sala 2020an da dayika M.A jî ji meha adarê va li Diyarbekirê bi malbatên din ra nobetê digirin û wiha hat gotin: "Bi vî awayî jimara malbatên ku di nobeta ewladan da gihaştin ewladên xwe derket 37an, di nav sala 2022yan da jimara terorîstên ku tenû bi rêya qanîkirinê teslîmê welatê me bûn jî derket 53yan."

Hat tesbîtkirin terorîstên teslîm bûne di salên 2015an da li çolwarê tevî rêxistina terorê bûne û herî dawî li Iraqê fealiyet kirine.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî ragihand ku du dayikên Diyarbekirê yên din gihaştin ewladên xwe û ev gotin: "Ji dayikên Diyarbekirê du malbatên din bi xebata hevpar a Cendirme û Ewlehiya me, bi israr û inyada xwe zarokên xwe ji nav lepê rêxistina terorê derxistin. Wêrekiya dayikan dê PKK û hemû rêxistinên terorê hilweşîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın