Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ji dayikan Uçdag: Ewladê min ji min qetandin û birin. 600 sal jî derbas bibe ez ji ber vî derî naçim

Ji dayikan Mevlude Uçdag: Ewladê min ji min qetandin û birin. Ev 6 meh in ez li ber vî derî me. 600 sal jî derbas bibe ez ji ber vî derî naçim"

22.02.2020 - Rojanekırın : 24.02.2020
Ji dayikan Uçdag: Ewladê min ji min qetandin û birin. 600 sal jî derbas bibe ez ji ber vî derî naçim

Diyarbakir

Nobeda dayikên Diyarbekirê ya li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê ji bo ku bigihîjin zarokên xwe dabûn destpêkirin, dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê bi îdiaya zarokên wan bi destê HDPê ji bo derkevin serê çiyê hatine xapandin, di 3yê Îlona sala 2019an da li ber avahiya partiyê ya bajêr dabûn destpêkirin, ket roja 173an.

Mevlude Uçdaga ji bo kurê xwe Remezan tevlî çalakiyê bûbû daxuyanî da û got ku digel hewaya sar ew çalakiya xwe didomînin.

Uçdagê destnîşan kir ku ew 5 sal e ji ewladê xwe tu xeber hilnedaye û wiha pê da çû: "Ewladê min ji min qetandin û birin. Ev 6 meh in ez li ber vî derî me. 600 sal jî derbas bibe ez ji ber vî derî naçim. Remezan kurê min heke tu min dibihîzî ji min ra xeberê bişîne. Were mala xwe, te bi xapandin birine."

- "Zarokan bi xapandin birine"

Celîl Begdaşê ku ji bo kurê xwe tevlî çalakiyê bû got ku ev 173 roj in çalakiya xwe didomînin .

Begdaş destnîşan kir ku ew 9 meh e bi HDPê ra têdikoşe da ku ewladê xwe hilde û ragihand ku jimara malbatên ewladên xwe dixwazin jî her diçe zêde dibe.

Di axaftina xwe da Begdaş got: "Kezeba dayikan diperite. HDP dikare van zarokan bîne. Bila herkes li zarokên xwe xwedî derkeve. Ev rê, rê nîne. Mala me şewitandin bila mala hin kesên din neşewite, kurê min were."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.