Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ji çûna çiyê ya birayê xwe parlementerê HDPyî berpirs digire

Zekiye Bozdaga ku ji bo birayê xwe Suleyman Çetinkaya beşdarîçalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bûye, Parlementerê HDPê Garo Paylan weke berpirs dîbîne ku birayê wê revandine çiyê.

Ahmet Kaplan  | 30.11.2021 - Rojanekırın : 02.12.2021
Ji çûna çiyê ya birayê xwe parlementerê HDPyî berpirs digire

Diyarbakir

Zekiye Bozdaga ku ji bo birayê xwe Suleyman Çetinkaya beşdarîçalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bûye, Parlementerê HDPê Garo Paylan weke berpirs dîbîne ku birayê wê revandine çiyê.
Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin û di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin, 820 roj e çalakiya xwe didomînin.

Zekiye Bozdaga ku ji bo birayê xwe Suleyman Çetinkaya yê ku hê 17 salî bû revandiney çiyê, beşdarî çalakiyê bûye, di nava flaş memoriyekê de fotografekî kurê xwe dît ku beriya revandina çiyê bi 5 mehan digel Paylanê HDPyî girtiye.

Bozdagê anî ziman ku ji 30ê tebaxa sala 2019an ve ti xeber ji birayê xwe nestendiye û îdia kir ku HDPyiyan birayê wê xepandine birine çiyê.

Bozdagê destnîşan kir ku HDP berpirsê vê yekê ye û wiha pê de çû:

"Şaxê ciwanan ê HDPê birayê min xepandin û ew şandin çiyê. Wexta em hatin ber vî derî jî gotin, 'em nas nakin, em nizanin, haya me ji vî kurî tune ye'. Parlementer Garo Paylan birayê min şand çiyê. Paylan birayê min xepand. Weke pakêtek diyariyê ew xemilandin û şandin çiyê. Ez birayê xwe ji HDPê dixwazim."

Bozdagê anî ziman ku wê nêzîka 2,5 sal e dev ji çalakiyê bernedaye û wiha got, "Ev partiyeke siyasî nîn e, Qendîl e. Qendîl navenda wê ya sereke ye. Zarokan li vêderê dixapînin û dişînin çiyê. Bi awayekîmafdar hemîmalbat zarokên xwe ji HDPê dixwazin. Bila her kes şiyar bibe, ratiyan bibîne. Kes ji kêfa xwe re nayê vêderê rûnane, kes bi darê kesî li vêderê rûnanîne, herkes zarokê xwe dixwaze. Zarokên hemî malbatên li vêderê li serê çiyê ne, yên ku ew kirine mehkûmên çiyê HDP ye. Ev fotografê di destê min de beriya ku birayê min bişînin çiyê bi 5 mehan li buroya hilbijartinê ya HDPê hatiye girtin."

Ruken Canbeya ku ji bo birayê xwe Muhammed beşdara çalakiyê ye jî destnîşan kir ku birayê wê yî ji sedî 70 astengdar revandine çiyê.

Canbeyê ew fotografê ku digel Paylan hatiye girtin nîşan da û wiha axivî:

"Ev fotograf delîl e ku HDP wan zarokan dixapîne û direvîne. Her deverê lêwik bi amblemên HDPê xemilandine. Kirine weke pakêteke diyariyê û firotine PKKê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın