Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ji bo bigihêje birayê xwe yê ku 14 sal berê birine serê çiyê ji Hekariyê beşdarî çalakiya rûniştinê bû

Bestami Bodruk  | 09.01.2022 - Rojanekırın : 10.01.2022
Ji bo bigihêje birayê xwe yê ku 14 sal berê birine serê çiyê ji Hekariyê beşdarî çalakiya rûniştinê bû

Diyarbakir

 Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihên zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û malbateke din jî beşdarî çalakiyê bû.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan da destpêkirin û nobeta wan di roja 860emîn da dewam dike.

Sînan Yuksekova ji Hekariyê hat û ji bo Kazimê birayê xwe yê ku di sala 2008ê da di 19 saliya wî da xapandin û birin serê çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Malbatên ku li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê seba ewladên xwe bendewar in, pêşwaziya Yuksekova kir. Yuksekova daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew ji bo beşdarî çalakiyê bibe, ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat.

Yuksekova daxuyand ku birayê wî 14 sal berê hat xapandin, birin serê çiyê û ew dixwaze bigihêje birayê xwe û wiha dewam kir, "Ez hatim ku birayê xwe ji HDPyê bixwazim. Birayê min bi hevalekî xwe va diçe HDPyê, dixapînin û dibin serê çiyê."

Yuksekova daxuyand ku dê û bavê û par mirin û hesret û kesera birayê wî dikişandin.

Yuksekova destnîşan kirku dê û bavê wî birayê wî nedît û wefat kirin û wiha dewam kir, "Ez dixwazim birayê min êdî were teslîm bibe û bi me ra bijî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın