Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Heya ez keça xwe hilnedim, ez ji vê derê ranabim"

Nazli Sancara dayik: "Ez bangî hemû malbatan dikim; werin vê derê û ewladên xwe bixwazin. Ji HDPyê, PKKyê netirsin. Ew nikarin tiştekî bi we bikin"

05.07.2020 - Rojanekırın : 06.07.2020
"Heya ez keça xwe hilnedim, ez ji vê derê ranabim"

Diyarbakir

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 307emîn.

Nazli Sancar a ku ji Wanê bo qîza xwe Şeymaya 9 sal berê hêj 15 salî xapandin û birin serê çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bû got ku alîgirên rêxistina terorê qîza wê revandin û ew pir li ber qîza xwe dikeve û wê pir êş û jan kişand.

Sancarê diyar kir ku ew ewladên xwe ji HDPyê dixwazin û wiha dewam kir:

"9 sal e ku keça min hatiye revandin. 9 sal jî derbas bibe, heya ez keça xwe hilnedim, ez ji vê derê ranabim. Ez bangî hemû malbatan dikim; werin vê derê û ewladên xwe bixwazin. Ji HDPyê, PKKyê netirsin. Ew nikarin tiştekî bi we bikin. Bê tirs werin ewladên xwe bixwazin. Ew (HDP û PKK) nikarin tiştekî bikin. Şeyma keça min, heke tu dengê min dibihîzî, tu min dibînî, bê tirs were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe."

- "Derkevin werin, ewladên xwe bixwazin"

Songul Altintaşa ku PKKyê 6 sal berê ewladê wê revand, beşdarî çalakiyê bûye û got ku ew biryardar in çalakiyê bidomînin.

Altintaşê ji hemû malbatên ku zarokên wan hatine revandin xwest ku werin tevî çalakiyê bibin û wiha axivî:

"Meriv li malê rûnê zarkên meriv nayên, yên tu kesî nayên. Li vê derê qe nebe zarok dê û bavên xwe dibînin, dikevin bin tesîra dê û bavê xwe. Hin zarok hatin. Em hemû pir şa bûn. Hûn hemû werin, ewladên xwe bixwazin. Hemû malbat li hember PKKyê şiyar bûn. Tu kes êdî ne baweriya xwe bi sozê PKKyê ne bi yê HDPyê nayne. Milet şiyar bû, êdî her kes di ferqê da ye ku dek û dolabên çawa digerînin. Derkevin werin, ewladên xwe bixwazin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.